Çeteyên artêşa Tirk êrîşî gundên Efrînê kir
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gelek gundên herêma Efrînê bi çekên giran topbaran kir. YPG`ê jî bersiva topbarana çeteyan da.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gelek gundên herêma Efrînê bi çekên giran topbaran kir. YPG`ê jî bersiva topbarana çeteyan da.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora kela Semanê bi cih bûne, bi topên hawanan gundê Başemra, Basûfanê û Birc Silêman ên girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê, çekên giran topbaran kirin.
Her wiha çeteyan gundên Til Barîn û Til Baz ên girêdayî herêma Cindirêsê ya herêma Efrînê, topbaran, kirin. Di encamê de zerar gihîşt mal û milkên sivîlan. Di heman demê de, çeteyan ji derdora bajarê Ezazê, gundê Qestel Cindo ya girêdayî navçeya Şera, topbaran kirin.
YPG û YPJ`ê jî yekser bersiva êrîşan dan. Derbarê kuştî birîndarên çeteyan tu agahî nehatin bidestxistin.
Li aliyê din çeteyan hewil dan derbasî gundê Merenazê yê navçeya Şêrawa bibin, lê li ser bersivdayîna YPG`ê çete neçar man ku bi paşve bikşin.