Çeteyan sûka gel li Efrînê dorpêç kirin

Sûka gel (Sûk Şehbî) a li Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk de, berê vê sibehê ji hêla çeteyan ve dora wê hate pêçan û 3 kes hatin revandin.

Li gorî agahiyên xwecih çeteyên bi ser rejîma Enqerê ve berê vê sibehê bi ser sûka gel de girtin, sûk dorpêç kirin.

Hate gotin çeteyan 3 kes ji sûkê revandine û heta danê nîvro hê jî ev dorpêça çeteyan didome.


Li Efrînê ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wan ve hatiye dagirkirin, her roj agahiyên li ser êşkence, tecawiz, talan û înfazê tên. Dewleta Tirk ku navê ‘çeqla zeytûnê’ li operasyona dizî, talan, tecawiz, kuştinê danî, li gel çeteyên xwe yên ku mirov nizane bezê guhê wan ji kû ye, bi rengekî sistematik sûcê şer dikin. 


Hêzên dagirker ên Tirk 20’ê Çile êrîşa dagirker birin ser Efrînê û 18’ê Adarê li gel çeteyên xwe heta bi navenda bajêr çûn. Ji dema dagirkeriyê û vir ve hêzên Tirk û çeteyên wan bi sedan sivîl kuştin, bi sedan revandin. Mal û milkê gel talan kirin. Gelek cihên dîrokî jî bûne hedefa barbariya Tirk û çeteyên wan. Hema hema her roj nûçeyên têkildarî hovîtî, barbarî, tecawiz, talan, dizî, kuştina Tirk û çeteyên wan tên. Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan HRW’ê beriya bi demeke kurt bi raporekê diyar kir ku komên bi desteka Tirkan li Efrînê mal û milkê gelê Efrînê talan dikin.