Ji ber êrîşa çeteyan 4 zarok û 2 şervan li Reqayê şehîd bûn

Çeteyên DAIŞ'ê, ku sivîlên li Reqayê ji xwe re dikin mertalên zindî, bi wesayiteke bombebarkirî êrîşî sivîlên ku şervanên QSD'ê ew ji herêma şer derdixistin, kirin. Di vê êrîşê de 2 şervan û 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xetên parastinê yên DAIŞ'ê yên lit axa Nezlit Şehadê şikandin û gelek herêm rizgar kirin, gelê sivîl ê li vê derê berê xwe da qadên rizgarkirî.

Tîma taybet a QSD'ê, ku ji 12 şervanan pêk dihat, çûn pêşwaziya sivîlan, ku wan ji herêmên şer derxînin û bibin cihên ewle.

Lê belê, çeteyên DAIŞ'ê ku her carê sivîlan dikin hedef, li vê derê jî bi wesayiteke bombebarkirî êrîşî sivîlan û şervanên QSD'ê kirin. Çeteyan her wiha gelek mayin teqandin.

Di encamê de, 2 şervanên ku zarok hilgirtibûn şehîd bûn û 4 zarokan  jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 8 şervan û 7 sivîl birîndar bûn, ku rewşa hin ji wan giran e.

Li taxa Nezlit Şehadê, ku li başûrê Reqayê ye şer hê giran e. Şervanên QSD'ê bi rîsk û dayina berdêlên giran hewl didin sisvîlan ji herêmê derxînin.