Çeteyan ji gundê Mîrkan a Efrînê 150 kes revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Mîrkan a navçeya Mabata ya Efrîn a dagirkirî nêzî 150 sivîl revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyeke xwecihî, çeteyên Cebhe Şamiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker danê sibehê avêtin ser malên şêniyên gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya Efrînê û nêzî 150 şêniyên gund revandin.

Çavkaniyan ragihand ku çeteyan gund dorpêç kir û avêtin ser malan, her wiha ji bo sivîlan bitirsînin jî li herêmê gule reşandin û dest danîn ser telefonan ku agahî neyên parvekirin.

Heta niha çarenûsa kesên hatine revandin, nayê zanîn.

Li aliyekî din, çavkaniyên ji navçeya Raco piştrast kir ku di navbera çeteyên El-Hemze û çeteyên Cebha Şerqiye de li ser parvekirina milkên sivîlan ên hatine dizîn, şer rû dide.

Duh li gundê gundê Colaqa yê navçeya Cindirêsê çeteyên El-Hemze li endamekî Ehrar El-Şamê xistibû û li ser wê yekê çeteyên El-Hemze û Ehrar El-Şam bi hev ketibûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan çeteyên El-Hemzat gundên Basûfan û Biyê yên navçeya Şêrawa dorpêç kiribûn û gelek sivîl ji gund revandibûn.