Çeteyan êrîşî yek jê zarok 2 kesan kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî li zarokekî û ciwanekî dan û motorsiklêta wan desteser kir.

Li efrînê sûcên dewleta tirk

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermi ragihand ku çeteyên Feyleq El Şam ên dewleta Tirk a dagirker duh bi awayekî hovane li zarokê bi navê Rayan Mistefa Ismaîl (13), ciwanê bi navê Hekîm Elî Seydo (21) yên ji Efrînê dane.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan li benda kontrolê ya li gundê Kosa yê navçeya Recoyê ku di bin kontrola çeteyê bi navê Ebû Elaa de ye, li her duyan dane.

Li gorî rêxistinê, çeteyan bi hiceta ajotina bilez a motorsiklêtê, Îsmaîl û Seydo rawestandine, dûre lê dane û motorsiklêt desteser kirine.