Çeteyan dor li navçeya Cindirêsê girtine

Hate ragihandin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker dor li navçeya Cindirêsê girtine û nahêlin kes biçe navçeyê û ji navçeyê derkeve.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li navçeya Cindirêsê hatin girtin, komên çete yên Farûk û Margzgah a Rojhilat, dor li herêma başûr a Cindirêsê girtine.

Ji sibeha Yekşemê ve destûr ji ketin û derketina şêniyên navçeyê nayê dayin û li gelek cihan sekvan hatine bicihkirin. Hate gotin, çete li ser girên li dora navçeyê jî bi cih bûne.

Li Cindirêsê dema dawî gelek mirov hatin revandin, girtin û mal û milkên welatiyan hatin desteserkirin. Komên çete gelek mirov revandin û birin cihên nediyar.

Ji ber vî sûcê şer, dayik roja Şemiyê li ber navendên dewleta Tirk û çeteyên wan li hev kom bûn û ji bo berdana zarokên xwe çalakiya protestoyî kirin.

Li gorî çavkaniyekî din, piştî ku welatiyek ji aliyê komên çete ve hatin revandin û kuştin û destdirêjî li jinan kirin, vê yekê di nava şêniyên Efrînê de rê li ber hêrseke mezin vekiriye. Gel dixwazin dagirker tavilê ji cih û warê wan derkevin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) beriya niha bi demeke kin raporek weşandibû û diya rkiribû ku komên ser bi Tirkiyeyê ve li Efrînê dest datînin ser mal û milkên Kurdên sivîl.