Çeteyan 16 welatiyên gundê Qorta yê Bilbilê revandin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê beriya 8 rojan 1 jê jin 16 welatiyên gundê Qorta yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê revandibûn. Heta niha têkildarî kesên hatine revandin ti agahî nehatine girtin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî beriya 8 rojan 1 jê jin 16 welatiyên gundê Qorta yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê revandibûn.

Hate ragihandin ku çete nahêlin xwarin û vexwrin derbasî gund bibe û her tiştî ji welatiyan distînin, di heman demê de welatiyan digirin û êşkence dikin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne; Cemal Ebdo Qoce, Menan Reşo, Mustefa Elî Horo, Yûsif Ebdulqadir Seydo, Mihemed Ebdulmenan Koço, Nûrî Izet Silêman, Eslan Ebdulmenan Koço, Ehmed Reşîd Horo, Behîr Horo Reşo, Menan Horo Reşo, Reşîd Mihemed Ibrahîm, Ibrahîm Mihemed Seydo, Ebdulrehman Mihemed Ibrahîm, Mihemed Horîk Horo, Mihemed Hisên Horo û hevsera xwe Elmasa.

Li aliyekî din hate gotin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nade ku şêniyên gundê Kotana navçeya Bilbilê vegerin warê xwe.