Çeteyan li Serêkaniyê êrişî gel kirin

Dewleta Tirk û çeteyên wan, li bajarê Serêkaniyê yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êriş birin ser şêniyên herêmê ku talan û dagirkerî şermezar dikirin. Ji ber êrişê gelek mirov birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, li gundê Elokê yê bi 10 kîlometreyan li rojhilatê Serêkaniyê, gundiyan desteserkirina mal û milkên xwe û dagirkerî şermezar kirin. Çeteyên dewleta Tirk jî gule berdan xelkê herêmê ku tevlî çalakiya şermezarkirinê bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji ber êrişê gelek sivîl birîndar bûn.

Hate ragihandin ku kesên birîna wan giran in birine Tirkiyeyê û hin birîndar jî li nexweşxaneyên li Serêkaniyê tên dermankirin.