Çete li Zirganê êrişê dibin ser dibistanan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Zirganê êrişê dibin ser dibistanan.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve dewam dikin. Çeteyan dema dawî êrişên li ser Zirganê zêde kirine, ku bi taybetî êrişê dibin ser dibistanan. Rûsya jî tenê li êrişan temaşe dike.

Li Zirganê ku bi 30 kîlometreyî li rojhilatê Serêkaniyê ye 5 dibistan her roj dibin hedefa êrişan. Li 2 dibistanê li qada şer ji ber êrişan nikarin karê perwerdeyê bikin. Ji bo dibistanên mayî jî hejmareke hindik a xwendekaran li wan dixwînin. Ji ber êrişên li ser Zirganê 6 hezar û 741 xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane. Ji 81 dibistanên li gundên Zirganê tenê li 40 ji wan perwerde tê dayin.

BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ

Endama Rêveberiya Dibistanên Zirganê Nesrîn Elî diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, perwerde di nava şert û mercên metirsîdar de dewam dike. Elî ragihand ku çete her roj êriş dikin, vê yekê jî bandoreke neyînî li psîkolojiya zarokan kiriye.

Nesrîn Elî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî êrişan bikeve nava liv û tevgerê.