Çareseriya pirsgirêka Kurd, mifteya aramiya li Rojhilata Navîn e

Yûsiv ji DYA re got: Li Tirkiyeyê meseleyeke cidî ya Kurd û pirsgireka demokratîkbûnê heye. Çareseriya pirsgirêka Kurd, mifteya aramiya li Rojhilata Navîn e. Meseleyeke hevgirtî ye. DYA dikare ji bo çareseriyê teşwîq bike, dikare bibe navbeynkar.

Yûsiv ji DYA re got: Li Tirkiyeyê meseleyeke cidî ya Kurd û pirsgireka demokratîkbûnê heye. Çareseriya pirsgirêka Kurd, mifteya aramiya li Rojhilata Navîn e. Meseleyeke hevgirtî ye. DYA dikare ji bo çareseriyê teşwîq bike, dikare bibe navbeynkar.

Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv bersiv da pirsên ANF'ê.

Li gorî hin îdîayan, wê dewleta Tirk bikeve nava Îdlîbê. Di civîna Astanayê de Îdlîb ji Tirkiyeyê re hatiye hiştin. Bi dîtina we çi diqewime?

Zehmet e ku hêzeke sedema rûdana krîzê ye bibe hêza çareseriyê. Tirkiye ji destpêkê ve hewl da krîzê girantir bike û hê jî bi vê rola xwe radibe. Bi desteka xwe ya ji bo DAIŞ û Eniya El Nûsra re ev mîsyona xwe bi cih anî. Piştre qîma xwe bi vê jî nanî, rabû di bin navê 'Mertala Firatê' de dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Bi dîtina me, Peymana Astanayê bi kêrî aramî û aştiya li Sûriyeyê nayê. Berevajî vê, rêyeke nû ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê vedike. Çawa ku li Cerablûs, Ezaz û Babê hewl da li gorî xwe herêmekê ava bike, dixwaze Îdlibê jî tevlî vî hesabî bike. Peymana Astanayê derî li ber vê armanca Tirkiyeyê vedike.

Lewma, ti wateya xwe nîne ku ketina dewleta Tirk a nava Îdlibê bi hin navên cuda were nixumandin. Wê weke hêzeke dagirker lê bimîne û mîna li herêmên niha dagir kiriye, wê li wir jî heman pratîkê nîşan bide. Ji guhertina rewşa demografiyê heta Tirkkirinê, ji xalîkirina etnîkî heta talanê wê xwe ji tiştekî venegire.

Divê ev yek were bîranîn; şaşitiyeke cidî ya stratejîk bû, ku Amerîka û Rûsyayê çavên xwe ji ketina dewleta Tirk a nava Sûriyeyê re girtin. Ji ber ku heman tişt niha li Îdlibê tê dubarekirin, ev şaşitî mezintir dibe.

Pirsgirêka Sûriyeyê hevgirtî ye. Dewleta Tirk ku weke partnerê çareseriyê cih jê re tê dayîn, wê li hin herêman weke garnatorê aramiyê bê nîşandan, piştre jî were li dijî şervanên li hemberî DAIŞ'ê şer dikin bi balafirên şer êrîş bike. Ti îzaha vê paradoksê nîne.

Li Astanayê, vîna gelên Sûriyeyê, pêkhateyên vê axê nîne. Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi temamî li derveyî vê ye. Bi kurtasî, eger rêveçûn û wesfa Astanayê bi vî rengî dewam bike wê nebe platforma çareseriyê. Wê bi xwe veguhere pirsgirêkê.

Dewleta Tirk ev demeke dirêj e gefê li Efrînê dixwe. Car carna jî êrîş dike. Peymana Astanayê ya heyî û hevsengiyên niha hewl tê dayîn bên avakirin, wê bandoreke çawa li Şehba û Efrînê bikin?

Eger Tirk bikevin nava Îdlibê ev yek wê ji bo Efrînê bibe gefeke mezin. Tirkiyeyê siyaseta xwe li ser bingeha dijminatiya li Kurdan ava kiriye û bi vî rengî dimeşîne. Ji bo pêşî li projeya m e ya demokratîk bigire, çi ji dest tê dike. Hema bêje, temamiya Tirkiyeyê di vê oxirê de kiriye mijara bazarê. Ketina nava Îdlibê ya dewleteke bi vî rengî wê were wateya kûrkirina krîza heyî û rudana şerekî nû. Ev yek hem ji bo Şehba û Efrînê, hem jî ji bo Îdlibê derbas dibe.

Rizgarkirina Tebqayê ji aliyê QSD'ê ve û dorgirtina li Reqayê, ji bo gelên Tirkiyeyê girîngiya xwe çi ye?

Rizgarkirina Tebqayê, destpêkirina Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê girîng e. Ji aliyê leşkerî ve serketineke mezin e. Ji aliyê siyasî ve jî gelekî girîng e. Binêrin, QSD cihên ji dagirkeriyê rizgar dike, yekser radestî meclîsan dike. Ji Şeddadê heta Minbicê ev hate kirin. Meclîs jî xwe naspêrin etnîsîteyê. Modeleke ku hemû pêkhateyên bajêr di nav de ne û her kes lê tên temsîlkirin. Ji bo Sûriyeya siberojê mînak e. Niha Tebqa jî wê bibe xwedî heman modelê. Reqa jî ku rizgar bû wê rewşa xwe bi vî rengî be. Ev yek ji bo mirovên li Sûriyeyê hêvî û hêza çareseriyê ye.

Her kes, şerê navbera QSD'ê û DAIŞ'ê dibîne. Lê belê rêxistinbûna siyasî û civakî, organîzasyon û modela demokratîk a berî, dema û piştî pêngavê ji nedîtî ve tê. Şoreşa rasteqîn li qada civakî pêk tê. Serketî ye, ji ber ku ji pir rengan pêk tê, her kesî di nava xwe de vedihewîne, demokratîk e û xwe dispêre civakê. Piştî Tebqayê bicihhatina vê yekê li Reqayê wê bibe nexşerêya tevahiya Sûriyeyê.

Erdogan wê li DYA bi Serokê DYA Trûmp re rûnê. Balkêş e Mesrûr Barzanî jî di heman kêliyê de wê li DYA be. Bi dîtina we, Tirkiye wê ya dixwaze bi dest bixe?

Dewleta Tirk û hevalbendên wê, ji biryara dawî ya DYA gelekî aciz in. Dewleta Tirk ku li ser bingeha dijberî û dijminatiya li Kurdan stratejiya xwe ava kiriye û ev yek kiriye sedema hebûna xwe, hê jî bi encamên şerê 1. û 2. ê cîhanê rewşê dinirxîne. Bi heman perspektîfê xwe nêzî Şerê 3. ê Cîhanê dike, ku dewam e. Halbûkî gelek tişt guherîn. Hem li Tirkiyeyê, hem li Rojhilata Navîn, hem jî li cîhanê guherîn; di navenda vê guherînê de Kurd û rola wan jî guherî. Tirkiye niha di nava zîvirokeke kaotîk de ye. Ji ber ku li ber ruhê serdemê radibe. Eger perspektîfa çareseriyê ya Kurdan qebûl bikira, wê rewş gelekî cuda bûya, tevî Kurdan ew ê jî bi ser biketa. Lê belê hê jî xwe nade ber vê. Bi vî awayî nikare ji têkçûnê rizgar bibe.

Li bendê ye ku di hevdîtina bi Serokê DYA re, vê rêya xwe xurt û xwedî bike. Çi encama li dijî Kurdan bi dest bixe, wê weke karekê bibîne, lê wê dîsa winda bike.

Bêguman hebûna hin Kurdan li wê derê rewşeke rasthatî nîne. Em Kurd, bi hêza xwe û bi tifaqên bi pîvan dikarin berjewendiyên xwe biparêzin. Ti feydeya nokeriyê ji wan re jî nîne. Mixabin Tirkiyeyê êdî daye ser vê rêyê û ber bi zinêr ve diçe. Lê eger mûcîzeyek çêbibe û rêya xwe biguherîn, wê hingî rewş cuda be.

Ez vê jî bêji, Berpirsyarî û roleke mezin dikeve ser milê DYA. Li Tirkiyeyê meseleyeke cidî ya Kurd heye û bi vê ve girêdayî, pirsgirêka demokratîkbûnê heye. Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya aramiya li Rojhilata Navîn e. Di heman demê de meseleyeke hevgirtî ye; li çar parçeyan yekser çar dewletan eledar dike. Lewma DYA dikare çareseriyê teşwîq bike, dikare bibe navbeynkar jî. Ji bo Tirkiyeyê jî ya herî bi xêr wê ev be.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de, ji aliyekî ve jî xebatên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. Ev karê we gihîştiye kîjan astê?

Weke ku hûn jî dizanin, nifûsa Sûriyeyê hem ji aliyê ol, hem jî ji aliyê etnîkî ve homojen nîne. Ya ku bersiva herî baş bide rewşa jeo-çandî ya Sûriyeyê, federasyona demokratîk e.

Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû nasnameyên etnîkî û olî ev yek çareseriyeke îdeal e... Her ku mirov bi pêş dikev,e model jî bi pêş dikevin, diguherin. Di rewşa heyî de projeya me ya çareseriye heye û em dibêjin ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê derbas dibe. Ji ber ku pirsgirêk bingehîn e, formulên demdemî jî çareserî nîne.

Di civîna xwe ya meha Kanûna 2016'an de me hin biryar stand;

* Amadekirina Qanûna hilbijartinê,
* Amadekirina qanûna li ser esasên rêxistinbûna hereman ji aliyê îdarî ve,

Ev qanûn hatin amadekirin. Di nava demeke kurt de em ê van li Meclîsê ji nû ve binirxînin û dest bi birêxistinkirina federasyonê bikin. Eger nayê xwestin ku Sûriye bê parçekirin, divê em bibin xwedî sîstemekê, ku maf, ziman û nasnameya her kesî esas e û dikarin xwe bi awayekî azad lê îfade bikin. Bi dîtina me ya ku herî xweş li vê yekê tê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. Û ev model li her devera Sûriyeyê dikare were biserxistin. Bi vî awayî dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe deriyekî çareseriyê.