'Çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bû yek parçe'

Yek ji şahidên berxwedana şerê Kobanê Edlê Bekir got, "Li bajarekî biçûk me ji bo man û nemanê li ber xwe dan û em bi ser ketin."

Ji şahidên berxwedana Kobanê Edlê Bekir bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî ji ANF'ê re axivî.

Edlê Bekir qala şerê Kobanê yê rizgarkirinê kir û got, "Me tenê soza serketinê dabû. Li wî bajarê biçûk destana lehengiyê hate nivîsandin. Piştî ku Rêber Apo seferberî ragihand, şagirtên wî li hemberî tarîtiya pavşerû li ber xwe dan û DAÎŞ têk birin."

Edlê Bekir bal kişand ser xwedîderketina li Kobanê ya di asta Kurdistan û navneteweyî de û destnîşan kir ku çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bû yek parçe. Edlê Bekir got, "Her der bû Kobanê. Her çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bû parçeyek. Rêber Apo li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû îrade û berxwedanî. Jin ên azad guliyên xwe hûnandin û rahiştin çeka xwe. Me zanîbûn ku em ê bi ser bikevin. Me tenê soza azadiyê dan û em got, em hene."

Edlê Bekir diyar kir ku li hemberî tankan bi kalaşnîkovê berxwedanî hate kirin û got, "134 rojan bi çekên sivik li hemberî tankan berxwedan ahte meşandin. Me soz dabûn ku em ê çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê bişikînin. Me soza xwe pêk anîn û DAÎŞ têk çû. Ya rast em bê nan, bê av û bê xwarin bûn, lê me teslîmkarî qebûl nekir. Bi hêza Arînan li ber xwe dan. Em bûn xwedî hêzekê ku tenê rêya berxwedanê danîbû ber xwe."

Edlê Bekir destnîşan kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê wê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn jî bê rizgarkirin û got, "Kobanê bû keleha berxwedanê. Têkçûna DAÎŞ'ê ji dewleta Tirk re bû derd, êdî rojane êrîş dike. Digot Kobanê li ber ketinê ye, dikeve. Lê Kobanê keleha berxwedanê ye, em ê bi ser bikevin."