Çalakiya Sêmalka wê li qadên din bidome

Çalakiya li ber Deriyê Sînor a Sêmalka ku ji bo cenazeyên gerîla yên di kemîna PDK'ê de şehîd bûbûn werin standin hatibû standin, qediya. Malbatan diyar kirin ew ê çalakiyê li qadên din bidomînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan îro ragihand ku çalakiya xwe ya li Sêmalkayê ku 111 rojbûn didoma bi dawî kirine û dê çalakiyê li deverên din li dar bixin.

Meclisa Malbatên Şehîdan di 5`ê Cotmeha borî de bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê çalakiya konvedanê li deriyê sînor ê Sêmalkayê dabû destpêkirin.

Îro bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Tirbespiyê serdana çalakiyê kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî daxuyanî da û tê ev yek hat gotin:

“Ji 4 mehan ve, me çalakiya xwe li dar xistiye. Ruxmî bangewaziyên aştiyane lê rayedarên PDK’ê daxwazên me bê bersiv hiştin. Çalakiya me aştiyana û mirovî ye. Ji mafê dayikan e ku cenazeyên şehîdên xwe hildin. Heta ku ev armanc pêk were, em ê çalakiya xwe û berxwedana xwe berdewam bikin.

Çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bû lê em ê li deverên cuda bi rêyên aştiyane çalakiya xwe berdewam bikin.

Em spasiya hemû welatî û saziyan dikin ku piştgiriya daxwazên me kirin.”