Çalakiya li Sêmalka 34 roj li pey xwe hişt
Di çalakiya Deriyê Sînor ê Sêmalka ku ew 34 rojin didome de kurmamê Şehîd Serdem Cûdî Yûsif Remedan bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku dest ji bêdengiya xwe û xiyaneta li hember gelê Kurd berdin.

Di roja 34`an a çalakiyê de, şandeyeke Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê serdana konê çalakiyê kir. Li wê derê, kurmamê şehîd Serdem Cûdî, Yûsif Remedan axivî û ragihand ku heta ku bersiva daxwazên wan neyên dayîn, ew ê çalakiya xwe bidomînin û got: “Mafê meye ku em şehîdên xwe li nêzî xwe bispêrin axê.”
Yûsif Remedan bang li partiyên Başûrê Kurdistanê, parlamantoyê Başûr û rewşenbîran kir ku bêdengiya xwe bişkîin û sînorekî ji xeta xiyanetê re deynin a ku zirarê dide yekîtiya Kurd.
Li gorî daxuyaniya HPG`ê, di 28-29`ê Tebaxa bihorî de hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê kemînek danî pêş yekîneyeke gerîla ku ji 7 kesan pêk dihat û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn (di nav de şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî jî hene), gerîlayek bi birîndarî dîl hate girtin, gerîlayekî jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.