Çalakiya li Qamişloyê ya ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê dewam dike

Konê ku ciwanan li Qamişloyê ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî vedane, di roja 7'an de ye.

Li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konê çalakiyê li parka li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hatiye vedan.

Çalakiyê ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di 12'ê Çileyê de dest pê kiribû.

Kon bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana zindanan em ê teqez bi ser bikevin" hate vedan û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên şoreşê hate xemilandin.

Di roja 7'an de endamên Meclîsa Girkê Legê û Çilaxayê, her wiha şêniyên bajêr û endamên Partiya Yekîtiya Suryanî tevlî çalakiyê bûn.

Endamê PYD'ê yê Çilaxayê Sirûd Şimer di dema çalakiyê de axivî, dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê çalakiyan lidar bixînin.

Endama PYD'ê ya Girkê Legê Yildiz Cemo jî destnîşan kir ku wê heta dawiyê ji bo berxwedana zindanan têbikoşin.

Bi navê Partiya Yekîtiya Suryanî Nûra Hena jî got, "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçe bike û herêmê dagir bike. Lê belê wê bi ser nekeve. Ji ber ku gelên herêmê ji aliyê ruh û beden ve yek in."