Çalakiya konvedanê ya li Sêmalka mehek li pey xwe hişt

Çalakiya konvedanê ya bi armanca ku PDK cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê şehîd kirî bide li Sêmalka hatibû destpêkirin di roja xwe ya 31’an de didome. Mamoste û Dayikên Aştiyê yên Kantona Qamişlo serdana çalakiyê kirin.

Mamoste û Dayikên Aştiyê yên Kantona Qamişlo îro çûn serdana çalakiya konvedanê ya li Sêmalka.

Dayikên Aşîtiyê û mamosteyên Qamişlo heya bi cihê konê meşiyan û li cihê çalakiyê daxuyaniyek dan.

Endamê Rêveberiya Komîteya Dibistanan a Girkê Legê Ebdulezîz Mîrza daxuyani xwend û tê de wiha hate gotin, “Di demekê de ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya guhartina demografiya axa Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmawî, gelê Kurd tune bike, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriyê dide dewleta Tirk ya ku gerîlayan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dike hedef.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qonaxa Kurdistan tê re derbas dibe de, tê xwestin ku partiyên Kurd bibin yek û li dijî plan û komployên li dijî Kurdan helwesta xwe zelal bikin.

Her wiha bang li  PDK'ê hat kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û daxwazên çalakgeran bi cih bînin.