8 rojên Bagera Cizîrê: 4 hezar sivîl hatin rizgarkirin

Odeya Çalakiyê ya Pêngava Bagera Cizîrê ragihand, di nava 8 rojan de 2 bajarok, 14 gund û gundik hatine rizgarkirin û zêdeyî 4 hezar sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Pêngava Bagera Cizîrê, ku 9'ê Îlonê dest pê kir, bi pêşketina şervanan dewam dike. Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek weşand û bîlançoya 8 rojên bagerê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê jî di nav de ye, di 8 rojan de bi 63 kîlometreyan bi pêş ve çûne û 2 bajarok, 14 gund û gundik rizgar kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kargeha şekir, qada pembo û stasyona ceyranê ji çeteyan hatin paqijkirin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatine desteserkirin.

Odeya Çalakiyan diyar kir, hêzên wan 5 wesayitên bombebarkirî yên çeteyan beriya ku bigihêjin  armancên xwe ji dûr ve teqandin û wiha dewam kir: "Çeteyan jî sê maşîneyên bombebarkirî beriya ku bighêjin armancên xwe, teqandin. Ji aliyekî din çeteyan 4 êrîşe xwekujî pêk anî, lê neghîştin armancên xwe."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di vî şerî de gelek çete hatine kuştin û cenazeyên gelek ji wan li herêmên di bin kontrola wan de ne, mane.

Li gorî daxuyaniyê, di nava 8 rojên Bagera Cizîrê de 4 hezar sivîl hatine rizgarkirin û li herêmên ewle hatine bicihkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "8 şervanên me di şerê 8 rojan de gihîştin asta şehadetê."