8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pîrozkirin

Li Minbic, Kobanê û Qamişlo ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakî hatin kirin. Kongreya Star jî bi sirûda ‘Bi pêşengtiya Leylayan têkoşînê bilind bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ plansaziya çalakiyan eşkere kir.

Meclîsa Jinan a Minbicê bi dirûşma ‘Bi berxwedana jinê jiyan zindî dibe û dawî li terorê tê’ li gundê Eseliyê 8’ê Adarê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Ji rêveberên Meclîsa Jinan Hala El Hesen di çalakiyê de axivî û diyar kir ku hemû jin li cîhanê zext û şidet li ser tê kirin, berxwedana jinê û dîroka 8’ê Adarê vegot.

KOBANÊ

Jinên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, li navenda bajarê Koban û navçeya Qinê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Di daxuyana hate dayîn de hate gotin ku wê heta 8’ê Adarê semîner û sînevîzyon bê nîşandan dîsa 7’ê Adarê wê li Girê Spî bi tevlîbûna welatiyên ji Herêma Firatê mîtîngek bê kirin. 8’ê Adarê jî wê li Kobanê li Qada Jina Azad mîtîngek bê kirin.

QAMIŞLO

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Şaredariya Xerbî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê, bi slogana "Dara te kesayeta te ye" û bi hevkariya Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî û rêxistinên civaka sivîl, 255 dar li navendên giştî yên girêdayî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo çandin.

Hevseroka Şaredariya Qamişlo ya taxa Xerbî Zozan Îbrahîm got armanca wan ji vê pêngavê ew e ku rewişteke şaristanî bidin bajarê Qamişlo, daran li tevahiya navendên giştî biçînin. Zozan diyar kir ku pêngav Wê heta ku daran li tevahiya tax, kolan û navêndên giştî yên bajarê Qamişlo biçînin, bidome.

Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, serdana jinên navend û saziyên navçeyê kir. Bi dehan endam û rêveberên Kongreya Star li navenda kongreyê ya navçeya Tirbespiyê kom bûn, paşê ji bo ku Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin, serdana hemû navendên navçeyê kirin.

Rêvebera Meclisa Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Asya Cuma diyar kir ku wan ji bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê dest bi bernameyê kiriye. Bernameyê wan jî serdana jinên karker ên di saziyên Xweseriya Demokratîk de dixebitin bikin û Roja Jinan a Cîhanê li wan pîroz bikin.

Asya diyar kir ku 8`ê Adarê berhema berxwedana jinên cîhanê û bi taybet berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, jinên ku li ber xwe da û li dijî hemû hewldanên têkbirina nasname û hebûnê tê koşiyane.

KONGREYA STAR BERNAMEYA 8’Ê ADARÊ EŞKER KIR

Kongreya Star li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo têkildarî bernameya 8’ê Adarê daxuyaniyek da. Bi dirûşmeya ‘Bi pêşengiya Leylayan têkoşînê bilind bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ wê roja 8’ê Adarê li tevahî jinên azadîxwaz, bi taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz dikin.

Bi tevlêbûna endamên Kongreya Star, Rêveberiya Xweser, Desteya Jinan daxuyanî Ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Madlîn Şêx Xidir ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja 8’ê Adarê encama têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya desthilatdar e ku bi hezaran salan xwe li ser jinan ferz kiriye û rola jinan di civakê de bê bandor kiriye. Ev têkoşîn bi saya bîrdoziya rêber Apo ya azadiya jinan dîsa zindî û berfireh bû.

Di heman demê de bi pêşengiya jinên têkoşer ên ku bûn sembola xeta berxwedana jinan mîna Roza Luksemburg, Sakîne Cansiz, Helîn Qereçox û îro jî Leyla Guven, bi çalakiya xwe bersiva herî xurt li dijî faşîzmê dide.

Şoreşa Rojava bûye bingeha avakirina neteweya demokratîk û hevjiyana hevbeş di tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Her wiha pêşengiya YPJ’ê di têkbirina DAÎŞ’ê de hêzdayîna têkoşîna jinan e. Li ser wî esasî em ê van destkeftiyên şoreşa jinan li dijî hemû cureyên hişmendiya paşverû û faşîzmê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”