7. Kongreya Asayî ya PYD'ê dest pê kir

7. Kongreya Asayî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi şiyara "Ji Rojava ya azad ber bi Federasyona Sûriyeya Demokratîk ve" dest pê kir.

7. Kongreya Asayî ya PYD'ê, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê dest pê kir.

Li salona kongreyê, pankartên bi nivîsa "Nêrîn û felsefeya Rêber Apo, rêya azadiyê ya gelan e", "Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, misogeriya demokratîkbûn û yekparebûna axa Sûriyeyê" û wêneyên şehîdên azadiyê hatin daliqandin.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan, MSD, TEV-DEM, Kongreya Star, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb tevlî kongreyê bûne.

Delege û mêvanên ji derveyî Sûriyeyê ji bo kongreyê hatin, ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve hatine astengkirin û hevdîtinên li ser derbasbûna wan ji bo Rojava, dewam dikin.

Kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir, bi axaftina beşdaran dewam dike.