58 ciwanên din tevlî nava refên YPG'ê bûn

Li bajarê Hesekê 58 ciwanan perwerdeya xwe qedandin û ji bo parastina gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê tevlî nava refên YPG'ê bûn.

58 ciwanan li Akademiya Şehîd Xebat li dewreya Şehîd Ziyed 45 rojan perwerde dîtin. Di perwerdeyê de dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayin.

Di dawiya perwerdeyê de jî merasîma derçûnê hate lidarxistin.

Komek ji şervan û fermandarên YPG'ê, Hêzên Asayîşê, şêniyên Hesekê û malbatên şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Ji fermandarên YPG'ê Delîl Şoreş li merasîmê axivî û got, "Parastina welat ji her kesî tê xwestin. Pêwîste şervanên ku perwerdeya xwe qedandine li dijî her şêwe êrîşan amade bin."

Di dawiyê de jî şervanan sonda leşkerî xwendin û berê xwe dan nava refên YPG'ê.