50 wesayîtên leşkerî li qadê hatin bicihkirin

Tevgera artêşa ku dewleta Tirk a dagirker ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ, El Kaîde û El Nûsra avakiriî ya di navbera Girê Spî û Eyn Îsa de didome.

Li gorî agahiyên Yekîneyên Sûriyeya Demokratîk dayî; ji saetên êvarê ve bicihkirina 50 wesayîtên leşkerî yên ayîdê dewleta Tirk û çeteyên wê ya di navbera Girê Spî û Eyn Îsa de kiriye. Piştî gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê herêmê de liv û tevgera çeteyan zêde bûye.

Duh êvarê jî li ser xeta sînor a Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û Kobanê tevgera awarte ya wesayîtên zirxî yên çeteyan çêbibû.

Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser navenda Kobanê, bajarokê Sirînê ya dikeve rojhilatê Kobanê û li ser bajarokê Şiyûx a dikeve rojavayê wê geriyan.

Ji van du hefteyên dawî û şûnde balafirên keşfê yên Tirk li ser asîmanên kantona Kobanê digerin.