5 çeteyên Tirkiyeyê li Minbicê hatin girtin

5 çeteyên DAIŞ'ê, dema hewl didan êrîşî bendeke kontrolê ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin bi saxî hatin girtin.

5 çeteyên ser bi Tirkiyeyê, li gundê Um Celûd ê bi 18 kîlometreyan li bakurrojavayê Minbicê ye, duh hewl dan êrîş bikin. Her pênc çete bi çekên xwe bi saxî hatin girtin.

Derket holê, çeteyên hatine girtin endamên komên Feyleq El Şam û Cebhe El Şamiye yên ser bi MÎT'ê ne.

Çeteyên hatine girtin ev in:

"Endamê Feyleq El Şam Alî Esen, endamên Cebhe El Şamiye Abdullah Mahmût û Hasan Alî Hasan, Omer Cemal û Huseyîn Hemdan."

Hat ragihandin, çete wê radestî aliyên berpirsyar bên kirin û der barê wan de biryarên pêwîst bên girtin.