4’ê Nîsanê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navend û bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê gel li hev civiyan û dar çandin.

Li gelek navend û bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel û şervan li hev civiyan, dar li baxçeyan çandin.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê li gundê Jinwar dar çandin û bi vî awayî rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Îro di saetên sibehê şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê û navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo berê xwe dan gundê Jinwar û bi çandina daran rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di şahiyê de Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif û Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Kongreya Star Welîde Botî axivî, rojbûna Rêbertiyê li gelê Kurd û tevahî gelan pîroz kir û wiha got, ʺRamanên Rêbertiyê li tevahî cîhanê belav bûn. Dewleta Tirk Rêbertî xist zindanê, lê ramanên wî di mejiyê me de ne.ʺ

Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah jî axivî û rojbûna Rêbertiyê li tevahî gelan pîroz kir û da zanîn ku rojbûna Ocalan, rojbûna mirovahiyê ye û felsefeya wî hêviya serkeftinê ye.

Her wiha Ebdulkerîm Sarûxan jî da zanîn ku Ocalan ji bo azadiya gelan jiyana xist xizmetê. Sarûxan soz da ku ew e têkoşîna xwe bidomînin heta Rêbertiyê azad bikin.

Şahî bi stranên koma Delîla bi dawî bû. Pişter beşdaran berê xwe dan baxçeyê gund û dar çandin.

MINBIC

Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Minbicê û bi sedan şêniyên bajarê Minbicê tevlî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahir û bi navê Komîteya Jinên Ciwan Meryem El-Xelîf axaftin hatin kirin.

Di axaftinana de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelê azadîxwaz hate pîrozkirin. Di axaftina Hesna El-Zahir ev tişt hate gotin"Ocalan ji bo azadî û rizgarkirina hemû gelan têdikoşe. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan riya azadiyê ji hemû gelan ronî bû."

Ji aliyê xwe ve Meryem El-Xelîf berxwedan û tekoşîna Rêber Ocalan di girtîgeha Îmralî de silav kir û wiha pê de çû, "Dewleta Tirk hemû kiryarên ne mirovî li hember Rêber Ocalan bi kar tîne. Lê tevî wê jî gelê herêmê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan ve hatin girêdan û hemû jinan di riya fikir û felsefeya wî hebûna xwe îsbat kirin û rola xwe di nava civakê de teqez kirin."

Meryem di dawiyê de soza berdewamiya tekoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina Rêber Ocalan û jiyaneke azad da.

Paşê Endama Meclîsa Jinan stran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Berxwedana Serdemê û yekîtiya gelê Bakurê Sûriyê got.

Şahî bi çandina daran bi dawî bû.

HELEB

Pîrozbahî li pêşiya nexweşxaneya Henan û sêkoşeya taxa Eşrefiya hate lidarxistin. Di destpêka pîrozbahiyê de, welatiyan li cihê ku lê kom bûne li gel stranên şoreşgerî dar çandin.

Rêvebera Kongreya Star Şervîn Delîl û Rêveberê TEV-DEM‘ê Ehmed Xelîl axivîn. Di axaftinan de, 4‘ê Nîsanê li tevahî gelên azadîxwaz hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

HESEKÊ

Li navçeyên Şedadê û Erîşê yên girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê bi heman armancê civîn hatin lidarxisitn û dar hatin çandin.

Civîn li Mezara Şehîdan a navçeya Şedadê û li ber avahiya Kongreya Star a navçeya Erîşa hatin lidarxistin. Bi sedan welatî beşdarî civînan bûn.

Di herdu civînan de, Rêvebera TEV-DEM‘ê ya navçeya Şedadê Hêzil Şedadê axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got ku paradîgmeya Netewa Demokratîk a ku Ocalan ji bo têdikoşe li Bakurê Sûriyê di pratîkê de ye.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Moned Xelo anî ziman ku berxwedana Efrînê bingeha xwe fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Piştî axaftinan dar li Mezara Şehîdan a Şedadê hatin çandin.

GIRÊ SPÎ

Şêniyên Girê Spî bi hevkariya saziyên sivîl baxçeyê ʺSerok Apoʺ vekir. Li baxçe dar hatin çandin.

Li baxçe Endamê TEV-DEMʹê Kendal Silûk axivî, rojbûna Ocalan li tevahî gelên herêmê pîroz kir û da zanîn ku çandina daran di vê rojê de, tê wateya çandina jiyaneke nû.

Piştre gel dest bi çandina daran kirin.

DÊRA ZORÊ

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê jî li gundewarên bakurê Dêrazorê dest bi kampanyaya çandina daran kir.

Şêniyên herêmê, endamên saziyên sivîl û rûspiyên êlên herêmê beşdarî xebatên çandina daran bûn. Destpêkê dar li goristana Şehîd Xidir Hemada hatin çandin.

ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê yê li kampa "Berxwedan" a kantona Şehbayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Pîrozbahî bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kongreya Star ve hate organîzekirin.

Di pîrozbahiyê de, endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê û bi dehan şêniyên Efrînê amade bûn.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Sureya Hebeş, endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Rohilat Arif, rêveberê kampa Berxwedan Ebdo Îbrahîm û rêvebera Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cebo axivîn.

Kesên axivîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên Rojhilata Navîn, malbatên şehîdan, şervanên YPG û YPJ‘ê pîroz kirin.

Di dawiyê de, zaroka bi navê Xalide Îbrahîm stranek li ser têkoşer Viyan Soran got, paşê jî Koma Çiyayê Kurmênc jî stranên şoreşgerî xwendin.

ENDAMÊN TABÛRA ŞEHÎD SERKAN A MLKP’Ê JÎ DAR ÇANDIN

Li Rojava endamên Tabûra Şehîd Serkan a MLKP’ê jî bi wesîleya 4’ê Nîsanê dar çandin.

Şervana MLKP’ê Viyana Îsyan ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Em rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Eger gel vê rojê ji bo xwe veguhere fersendê gelek girîng e.”

Îsyan diyar kir ku li vê xakê şer û jiyan bi hevre didome û wiha got; “Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li eniyan berxwedan didome û li aliyê din jî em jiyanê birêxistin dikin. Îro me bi wesîleya 4’ê Nîsanê dar û şitlan diçînin. Wê şoreşa Rojava weke koka van daran li ser vê xakê bidome.”

Şervanê MLKP’ê Welat Kobanê jî wiha axivî; “Îro ji bo gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn rojeke gelek girîng e. Em weke şervanên MLKP’ê di rojek wiha de ji bo parastina xwezayê dar diçînin. Çawa ku di destpêka şoreşa Rojava de me xak û welatê xwe parast îro jî bi çandina daran em xwezaya xwe diparêzin.”

KOBANÊ

Pîrozbahiya li Kobanê jî li mala ku Rêbertî beriya 40 salan lê dijî hate kirin. Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Hêlîn Haçim axivî, diyar kir ku 4ʹê Nîsanê rojeke dîrokî ye û wiha got, ʺBi rojbûna Ocalan re her tişt li Rojhilata Navîn guherî. Baweriya me heye ku em ê bi felsefeya Rêbertiyê tevahî gelên bindest azad bikin.ʺ

Hêlîn anî ziman ku wek ew gelekî bi vê rojê serbilindin ji ber ku 4ʹê Nîsanê rojbûna jina azad e.

Piştî axaftinan, Koma Gulava a zarokên astengdar a stranan, koma Şîlan a dîlanê û koma rewşenbîran derketin ser dikê û hunerên stran,dîlan û helbestan pêşkêş kirin.

Koma Şehîd Yekta jî şanoyek li ser trajediya gelê Kurd ji aliyê sîstemên desthilatdar ve, pêşkêş kirin.

Piştre Hevserokê Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û da zanîn ku berxwedana Kobanê û berxwedana Serdemê ya Efrînê berhema têkoşîna Ocalan e.

Şahî bi hunerên dîlanê û dirûşmeyên ʺBijî Serok Apoʺ bi dawî bû.

QAMIŞLO

Şahî li Qada Newrozê ya li gundê Hîmo yê rojavayî bajarê Qamişlo bi dirûşmeya“Rojbûna Serok APO, rojbûna şoreşa jinê ye” hate organîzekirin.

Welatiyan bi cil û bergên filoklorî beşdarî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û wêneyên cangoriyên azadiyê hate xemlandin.

Beriya destpêkirina şahiyê, li derdora Qada Newrozê 300 dar di nav de daren zeytûnan ku bûye sembola Berxwedana Serdemê hatin çandin.

‘Yê ku jin ji koletiyê derxist Rêber APO bû’

Şahî bi axaftina yek ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Qamişlo Henîfe Hisên ve hate destpêkirin. Henîfe Hisên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û wiha got,ʺYê ku jin ji koletiyê derxist Rêber APO bû. Rêber APO azadiya jinê nîşanî hemû gelan kir. Ji ber fikir û ramanên Rêber APO hemû cîhan li dijî wî bû yek û li dijî wî komployek rêxistin kirin. Rêber APO ev 19 sal in li Îmralî liberxwe dide. Bila dijmin zanibe ku fikir û ramanên Rêber APO di xwîna me de cih girtiye. Nikarin hêza me têk bibin.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Xedîca Dawûd rojbûna Ocalan li hemû malbatên şehîdan pîroz kir û helbestek xwend.

Piştî axaftinan, Koma Sazkar a girêdayî TEV-ÇAND stranên xwe yên şoreşgerî gotin.

Şahî bi dirûşmeya “Bijî Serok APO, Jin jiyan azadî, Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” bi dawî bû.

GIRBAWIYÊ

Bi heman armancê li bajaroka Girbawiyê yê girêdayî kantona Qamişlo bi boneya rojbûna Ocalan baxçeyê Şehîd Îbrahîm Îbrahîm hate vekirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Girbawiyê û hemû pêkhateyên gundên Girbawiyê, Hevserokê Desteya Parastinê ya Cizîrê Rêzan Gulo û Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi vekirina deriyê baxçê ji aliyê dayîka şehîd Îbrahîm, Nesrîn Nezîr ve hate destpêkirin.

Paşê, Nesrîn Nezîr û Hisên Ezam axîvin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Piştî axaftinan, 150 dar û gul li baxçe hatin çandin.

Şahî bi stranên koma Roj Welat a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya bajaroka Girbawiyê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê li navçeya Tirbespiyê û li bajarokên Meşûqa, Hilwe û Til Merûf dar li baxçeyan hatin çandin.

Herwiha li Akademiya Şehîd Yekta Herekol jî rojbûna Ocalan bi stranên ji aliyê Koma Şehîd Dilgeş û Koma Gulîlkên Rojava ya dîlanan bi dawî bû.