4'ê Nîsanê li Kampa Berxwedan hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kampa Berxwedanê ya li Şehbayê ku Efrînî lê dimînin ji hêla bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin.

Rojbûna Ocalan li Kampa Berxwedanê ya li Şehbayê ku Efrrînî lê dimînin bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî hate pîrozkriin. Gelê Efrînê ku piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane ku biçine Şehbayê û berxwedaniya xwe li wir didomînin sereqat gotin, ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Berxwedana Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê’.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û got, "Li vir, ji diyarê berxwedanê Efrînê bi hezaran slav em dişînin girava Imraliyê re. Serokê min, rojbûna te piroz be. Em li vir li ber xwe didin serokê min. Heta ku em yek Apoyî bimînin jî em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji ber ku tu bûyî hilma me. Heta ku em vê hilbimê bidin û bistînin, weke berxwedana te ya li Imraliyê em ê jî li ber xwe bidin."

Piştî Hebeş endama Kongra Starê Rojhilata Arîf jî got ew ê ti caran dev ji felsefeta Ocalan neqerin û got, "Em bi vê felsefetê vejiyan, em bi vê felsefeye li ber xwe didin û em ê pê serfiraz bibin. Bila kêfa dijmin neye, em ê Efrînê bi dest wan ve bernedin."

Li ser navê Rêveberiya Şehbayê Rihab Cebo got gelên herêmê bi felsefeya Ocalan jiyaneke nû ava kirine û ew ê berevaniya vê bikin.

Li ser navê Konseya Berevaniyê ya Kantona Efrînê Efrînê Ebdo Cîlo jî got êrîşa ser li Efrînê berdewamiya komploya li ser Ocalan e û domand: "Berxwedaniya me didome. Şervanê me her roj çalakiyan dikin. Heta ku dewleta Tirk poşman bibe ku kete Efrînê wê berxwedan bidome. Em ê bi hev re vegerin Efrînê."

Piştî axaftinan li ber stranan govend hate gerandin.