Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

32 partî û tevgerên siyasî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bang kirin

32 partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Sûriyeyê kirin.

32 partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Sûriyeyê kirin. Daxuyanî li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê pêk hat, nûnerên partiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Kongra Star beşdar bûn. Beşdaran wêneyên şehîdên Komkujiya Cindirêsê, şaxên zeytûnê û alên partiyan hildan.

Di çalakiyê de daxuyaniya 32 partî û tevgerên ku 23`yê Adarê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ku li Navenda Lêkolînan û Têkiliyên Dîplomasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê daye, dîsa hate xwendin.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed û sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Nesredîn Îbrahîm û endamê Partiya Yekitiya Suryanî Calînos Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de 32 partiyan bang kir ku dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê bi dawî bibe û destnîşan kir ku Tirkiye û Îtîlaf berpirsên Komkujiya Cindirêsê ne ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê li Cindirêsê pêk aniye û di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn.

Partiyan bang li pêkanîna yekitî û hevgirtinê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir.

Piştî bidawîbûna xwendina daxuyaniyê, şandeyeke 32 partiyan, nameyeke nerazîbûnê bi zimanî İngilîzî radestî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê kir.