BI DÎMEN

3 şehîdên berxwedêr Ronahî, Dilara û Kobanê hatin bîranîn

Li Kobanê 3 jinên berxwedêr Ronahî Kobanê, Dilara Heleb û Kobanê hatin bîranîn ku 20’ê Nîsana 2022’yan di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn.

3 BERXWEDÊR

Di 20’ê Nîsana 2022’yan de di êrîşa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de sê jinên berxwedêr Ronahî Kobanê, Dilara Heleb û Kobanê şehîd bûn.

Îro li Pakrewangeha şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê Ronahî Kobanê, Dilara Heleb û Kobanê di salvegera 3’emîn a şehadeta xwe de hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de wêneyên şehîd Ronahî, Dilara û Kobanê hatin hildan. Beşdarên merasîmê gul danîn ser gorên şehîdan

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Ismaîl her sê şehîd bi bîr anî û diyar kir ku ew ê her tim şopdarê şehîdan bin. Bêrîvan Ismaîl wiha got: "Bi keda şehîdên me, em gihiştin azadiya xwe, em jî wek jin em ê her tim xeta wan bipoşînin û li hember êrîşên dagirkerî û desthilatdariyê li ber xwe bibin. Em ê her tim xeta hevalên jin bişopînin."

Piştre helbest ji aliyê endama Erka Xweparstinê ya bajarê Kobanê Wehîde Mislim ve hate xwendin.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.