260 kes gihiştin kampa Holê

Şeva derbasbûyî  260 kesên Îraqî yên ji ber şer û kiriyarên DAIŞʹê koçber bûn, gihiştin kampa Holê.

Li Mûsilê şer di navbera hêzên Îraqê û çeteyên DAIŞʹê dijwar dibe û her wiha pêla koçberiya ji wê herêmê jî zêde dibe. Gelek welatiyên Îraqê berê xwe didin Rojava û li wir xwe ewle dikin.

Di vê çarçoveyê de 51 malbatên Îraqê ku ji 260 koçberî pêk tê, şeva derbasbûyî gihiştin kampa Holê.

Rêveberiya Kampê pêşwaziya welatiyan kir û ew di kampê de bi cih kirin. Li gorî derfetên heyî alîkariya koçberan hate kirin.

Rêveberiya Kampê da zanîn ku saziyên mirovî yên navdewletî erka xwe ya ji bo koçberan pêk nayînin û destnîşan kir ku hejmara koçberan zêde dibe.