250 şervanên din jî tevlî refên QSD'ê bûn
250 şervanên ku piştî dewreya perwerdeya xwe bi dawî kirin, bi merasîmekê tevlî nava refên QSD'ê bûn.
250 şervanên ku piştî dewreya perwerdeya xwe bi dawî kirin, bi merasîmekê tevlî nava refên QSD'ê bûn.
Dewreya perwerdeya Şehîd Îdrîs Seyîd bi tevlîbûna 250 şervanan, li Akademiya Şehîd Diyab Xanim hat vekirin, 15 roj berdewam kir.
Di dewreyê de şervanan waneyên leşkerî û siyasî dîtin. Li Akademiya Şehîd Xanim Diyab merasîma bidawîbûna dewreyê hat lidarxistin. Di merasîmê de Fermadanên QSD′ê amade bûn.
Ji aliyê şervanan ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin û Berdevkê Fermî yê QSD′ê Mîralayî Telal Elî Silo axivî û bidawîbûna dewreyê li Şervanan pîroz kir û wiha got: "Wê şervan berê xwe bidin eniyên şer ji bo ku axa Sûriyeyê ji qirêjiya çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin."
Telal Silo bal kişand ser serkeftinên QSD′ê yên li paytexta xîlafetê û got: ″Em mizgîniyê didin gelê xwe yên Reqayê ku rizgarkirina wan nêze. Şêniyên Reqayê wê bi azadî bijîn û dûrî zilm û terorê herêma xwe birêve bibin.″
Silo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Kantona Efrînê nîşan dide ku ew piştgiriya sereke yê çeteyan e û wiha pêde çû: ″Armanca ji van êrîşan ew e ku pêngava rizgarkirina Reqayê asteng bike. Em ê parastina gelê xwe yê ku zilim dîtiye bikin û şerê terorê bikin, çi çeteyên DAIŞ′ê be, çi jî dewleta Tirk be.″
Berdevkê Fermî yê QSD′ê Mîralayî Telal Elî Silo soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke yekbûyî ku hemû gelên Sûriyê bigire nav xwe, were avakirin.
Piştre şervanan sond xwarin û merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
Şehîd Îdrîs Seyîd (Îdrîs Hesekê) di sala 016'an de li Gundê Ebû Fas şehîd bibû.