25. salvegera MLKP’ê li Rojava bi çalakiyeke bi coş hate pîrozkirin

Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) salvegera xwe ya 25’emîn li Rojava bi çalakiyeke bi coş pîroz kir.

Çalakî li Tabûra Şehîd Serkan hate lidarxistin ê ku şehîdê pêşîn ê MLKP’ê yê li Rojava ye.  Saziya Malbatên Şehîdan, SYPG, Meclîsa Suryanan, YPG, YPJ, DKP/BOG, DKP-Yekîtî, MKP, TKP/ML, TÎKKO, TKEP/L, MLSPB û gaziyên şoreşê tevlî salvegerê bûn.

Bi sedan kesên ji Hesekê, Til Temir, Dirbesiyê, Ebû Rasîn, Qamişlo û Serêkaniyê tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê MLKP/KKO’yê Viyan Îsyan axivî û got ku; “Partiya me, partiyeke jinan e û rêxistinbûna jinan ji xwe re esas digire. Li Rojava û Sûriyeyê peywireke girîng a jinan heye. Dewletên kapîtalîst dixwazin, Rojhilata Navîn bikin deryaya xwînê. Jin dikarin vî tiştî biguherînin.”

Li ser navê Rêxistina Rojava ya MLKP’ê Baran Serhat jî axivî û got:“Dost û dijminên mirovayetiyê çavê wan li Rojhilata Navîn e.  Çavê dijminan li ser dewlemendiyên vê axê ne. Çavê dostên me jî li şoreşa Rojava û ya Bakurê Sûriyeyê ye. Divê were zanîn ku MLKP di heman demê de partiyeke Kurdistanê ye. MLKP partiya Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkez û Ermenan e. Li gorî MLKP’ê çareseriya gelên bindest sosyalîzm e. MLKP ji bo vî tiştî şer dike û li ber xwe dide.”

Li ser navê YPG û YPJ’ê jî Hamza Serêkaniyê axivî û got: “Ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha, rêhevalên me yên MLKP’ê di nav şoreşê de cihê xwe girtin. Di heman çeperê de me şer kir. Ez salvegera 25’emîn a MLKP’ê pîroz dikim. Em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin ê ku hemû sosyalîst û têkoşer di şoreşa Rojava de anîn ba hev.”

Çalakî bi stranên Koma Şehîd Hogir û Koma Zîlan domiya û bi sloganên Kurdî, Tirkî û Erebî bi dawî bû.