25 Êzidiyên ku QSD’ê ew rizgar kiribûn ber bi Şengalê ve ketin rê

QSD’ê 25 jin û zarokên Êzidî ku ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kiribûn li Amûdê radestî Mala Êzidiyan kir. Êzidiyên hatine rizgarkirin piştî civîna çapemeniyê ber bi Şengalê ve ketin rê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 25 jin û zarokên Êzidî ku ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kiribûn ji bo gihandina Meclîsa Demokratîk a Şengalê radestî Mala Êzidiyan a li Amûdê kir.

Nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, fermandarên QSD`ê, endam û rêveberên Mala Êzidiyan û gelek dezgehên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Rêveberê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ziyad Hamid spasiya QSD`ê kir û diyar kir ku heta niha zêdetirî hezar jin û zarok hatine rizgarkirin.

Hamid wiha jî got; “Li gorî daneyên fermî hê 3 hezar û 40 Êzidî winda ne.”

25 Êzidiyên hatine rizgarkirin şandin deriyê sînor ê Sêmalka. Li deriyê sînor endamên Meclîsa Şengalê 25 Êzidî pêşwazî kirin û ber bi Şengalê ve ketin rê.