243 ciwanên Minbicê ji Akademiya Feysel Ebû Leyla mezûn bûn
243 ciwanên Minbicî perwerdehiya xwe ya leşkerî ya Akademiya Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin.
243 ciwanên Minbicî perwerdehiya xwe ya leşkerî ya Akademiya Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin.
Serdema perwerdehiyê bi navê Şehîd Rafî Bîn Ladîn dest pêk kir û du mehan dom kir. Şervanên ku tevlê bûn perwerdehiya leşkerî, taktîkên şer û ramanê standin.
Hevseroka Komîteya Parastinê ya Minbicê Nofa Silêman, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbic Mihemed Ebû Adil, berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihsin Casim û Cîgira Hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê Sûreya Îshaq, her wiha bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk ên Ereb tevlî merasîmê bûn.
Piştî rêzgirtinê fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan axivî. Îbrahîm destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku şervan ji perwerdeyê sûd werbigrin û li dijî êrîşên li ser hemû pêkhateyan rawestin.
Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji hemû şervanan re serkeftinê dixwazin û pêwîste ji bo parastina axa Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê, amade bin. Ev soz bû me dabû şehîdên xwe.”
Paşê şervanên ku perwerdeya xwe bidawî kirine sond xwarin û fermî tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn.
Di dawiya merasîmê de govend hate gerandin.
Şervan û nûçegihanê şer ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Rafî Bin Ladin di 7’ê Cotmeha 2017’an de, di çarçoveya pêngava Xezeba Feratê de jiyana xwe ji dest dabû.