21 şervanên hêzên rejîmê li cihekî nêzî Îdlibê hatin kuştin

Li devereke nêzî wîlayeta Îdlibê êrîşek li dijî hêzên rejîmê hate kirin û hate gotin ku di encamê de herî kêm 21 şervanên alîgirê rejîmê hatine kuştin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, koma Ensar el Tevhîd li bakurê wîlayeta Hamayê ku li kêleka Îdlibê ye êrîşî hêzên rejîmê kir.

Hate ragihandin ku êrîş danê sibehê li dijî du çeperên rejîmê hatiye kirin û 21 şervanên alîgirê rejîmê hatine kuştin, 5 ji êrîşkaran hatine kuştin.

Hate gotin, êrîş li gundê El Masasnayê hatiye kirin. Koma Ensar el Tevhîd weke komeke ser bi Hûrras el Dîn a El Qaîdeyê tê naskirin.

Herêma Îdlibê ku cîranê Heleb û Hamayê ye, bi peymana navbera Tirkiye û Rûsyayê re meha Îlonê weke herêmeke bêşer hatibû îlankirin. Dewleta Tirk di peymanê de bi berdevkiya çeteyan rabû û ji bo pêşî li operasyona rejîmê ya li vê herêmê bigire tevlî peymanê bû.

Lê belê peyman li herêmê bi cih nayê anîn. Çeteyên ku pişta xwe didin Enqereyê êrîşî deverên rejîmê dikin, rejîmê jî du hefteyên dawî ji nû ve dest bi bomberdûmanê kir.