13 hezar koçberên din gihiştin Eyn Îsa
Di operasyona rizgarkirina Tebqa û Reqayê de Meclîsa Reqa ya Sivîl zêdetirî 150 hezar koçber pêşwazî kirine.
Di operasyona rizgarkirina Tebqa û Reqayê de Meclîsa Reqa ya Sivîl zêdetirî 150 hezar koçber pêşwazî kirine.
Serokê Komîteya Kar û Barê Koçberan Ebdulselam HemSorik ê di Meclîsa Sivîl a Reqayê de cih digire diyar kir ku heta niha zêdetirî 150 hezar koçber pêşwazî kirine wiha got: "Di du rojên dawî de me 13 hezar welatî pêşwazî kir, piraniya xwe ji gundên Meyselon Celaa yên bakurî Reqayê û nêzî Reqayê bûn, hatine."
HemSorik têkildarî hatina koçberan a herêmê wiha anî ziman: “Berî niha bi 20 rojan piranî koçberan ne ji Reqayê bûn, ji Idlib, Dêrhafir, Kerkok .hwd dihatin. Me ev koçber rêkirin cihên dixwazin, jiber ku weke rêyeke derbasbûnê li vir çêbû û yên ku gundên wan hatin rizgarkirin, me ew şandin cih û warên wan.”
Hemsorik bal kişand ser koçberên niha tên û got: “Koçberên niha tên ên ji herêmê ne. Her ku şervanên QSD’ê nêzî bajarê Reqa dibin, pêlên koçberan zêde dibin, lewma niha pêdiviyên me bi alîkariyeke lezgîn û cidî hene."
Di dewama axaftina xwe de Hemsorik got: "Raste em nan, avê û pêdiviyên lezgîn pêşkêş dikin, lê kêm e, tevî Heyva Sor a Kurd û bijîşkên sînor nenas jî, lê dîsa bi hatina ref bi ref a koçberan re em kêm dimînîn.”
Di dawiyê de Hemsorik ev bang kir: “Ev hêjmara koçberan dewlet nikarin pêşwazî bikin, lewma em berî her kesî bange li êlên herêmê û kesên xwedî wijdan, saziyên nevdewletî dikin ku bi me re alîkar bin ta ku em bi hev re xwedî li van sivîlan derkevin.”