108 rêxistinên hiqûqê: Êrîşên dewleta Tirk sûcê şer e

108 rêxistinên hiqûqê diyar kirin êrîşên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, tê wateya sûcê şer.

108 rêxistinên hiqûqî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporek weşandin.

Di raporê de hate gotin, ʹʹDewleta Tirk a dagirker di çarçoveya êrişên xwe yên li ser sivîlan de li binwsazî û navendên tenduristiyê da. Ev êrîş  tên wateya sûcê şer. Ev êriş bi erêkirina hêzên di şerê Sûriyeyê de çalak in, bi destûra DYE û Rûsyayê hatine kirin.

Dewleta Tirk li Kobanê nexweşxaneya zarokan ya ku berê nexweşxaneya koronayê bû kir hedef. Li gorî qanûnên navneteweyî ev êriş dikeve çarçoveya sûcên şer. Her wiha li gundewarê herêma Dêrikê sivîlên ku dixwestin birîndarên êrişa yekemîn a balafiran leşkerî ji bin enqazan rizgar bikin jî hatin bombekirin.

Ev kiryar li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye. Di heman demê de li gorî madeya duyemîn a peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945ʹan, dijminahiya li hemberî welatekî din e û wekî sûcê şer tê dîtin.”