1’ê Mijdarê li Kobanê bi şahiyeke heybet hate pîrozkirin

Li Kobanê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bi meş û mîtîngeke heybet hate pîrozkirin.

Bi sedan şênî li Qada Jina Azad kom bûn û bi dirûşma "Bi ruhê 1`ê Mijdarê emê berxwedan û têkoşîna li hemberî dagirkerî û hovîtiyê berdewam bikin", meşiya.

Beriya ku meş destpê bike, şandeyeke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê li Kobanê daxuyaniyek da.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Rîhab El-Nafi daxuyanî xwend û tê de ev yek hat gotin: “Dema vîna gelan bû yek, ev roj wek roja piştevaniya Kobanê hat diyarkirin. Bi van moralên pîroz, dema ku hinek gotin wê kobanê bi bin keve, bi bin neket û ji hemûya re îsbat kir ku bi saya vîna û berxwedana ciwanên herêmên cuda yên Sûriyê di nava YPG û YPJ`ê de û bi desteka şervanan intersyonalîst ji hemû warên cîhanê, serî ji kesekî re natewîne.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: "Kobanê bûye paytexta berxwedanê ji ber ku sembola azadiyê, demokratiyê û destpêka bidawîbûna DAÎŞ`ê dijminê mirovahiyê bi giştî ye. Kobanê yekitî û çaresnûsa hevbeş a gelê Sûriyê bi awayekî rastîn da rûniştandin."

 Her wiha hat destnîşankirin ku jinên Kobanê ji hemû jinên li cîhanê bûne sembola berxwedanê û vîna azad û bi saya wê li hemberî çeteyên DAÎŞ`ê li ser asta leşkerî bi ser ket.

Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi saya berxwedana Kobanê, Girê Spî, Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêrazor ji DAIŞ`ê xilas bû.

Derbarê gefên li dijî Kobanê di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Her êrişek li ser Kobanê, ev êriş li dijî hemû erdnîgariya Sûriyê, civaka sivîl û ya navneteweyî û hemû dewletan e. Nexasim dewletên têkildarî rewşa Sûriyê. Ew deyndarên vê berxwedanê ne ku rê li pêşiya sûcên hovane û yên dermirovî girt."

Piştre meşvan ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd meşiyan û sloganên li ser girîniya vê rojê ji bo gelên herêmê berz kirin. Di meşê de wêneyên şehîdan hatin rakirin.

Li Qada Şehîd Egîd, meş veguherî mîtîngê. Li wir Heveserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û ev roj li şehîdan û li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Mistefa Êto wiha got, “Dema em behsa 1`ê Mijdarê dikin, 15`ê Tebaxê û 19`ê Tîrmehê tên bîra me. Berxwedana gelên azad li ser vê xaka pîroz a Kobanê tê bîra me, ku vî bajarê biçûk ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew keleha berxwedanê ye.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El-Zêb jî 1`ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê li tevahî gelê Kobanê pîroz kir û got: “Ji vê derê, serkeftin li pey hev pêk hatin, ji Reqayê heta Tebqa û Baxozê cihê herî dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê. Wekî gelê Sûriyê, li hemberî dijiminên mirovahî em yek in.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Felek Yûsif jî di mîtîngê de axivî û diyar kir ku 1`ê Mijdarê roja berdewamkirina berxwedanê û Şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha lê zêde kir: “Şoreşa ku bi şoreşa jinê hatî nasîn, heta roja îro bi berxwedan û têkoşîna jinan dewam dike.”

Felek Yûsif piştrast kir ku bajarê Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker, bûne sembola jiyanê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, hunermend Muradê Hemzo stranên erebî û kurdî pêşkêş kirin.