Zumrut: Bila her kes li dora lîsteya şîn bibe yek

Zumrut: Bila her kes li dora lîsteya şîn bibe yek

Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ji bo hilbijartinên Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê ku di 1’ê hezîranê de pêk tê bang li gel kir ku bila li dora lîsteya şîn ya Hewldana Karsazên Demokratîk  bibin yek û got: “Bila her kes xwe tevli bike.”

Zumrut diyar kir ku  ew piştgiriyê didin endamên lîsteya şîn ya Hewldana Karsazên Demokratîk. Zumrut destnîşan kir ku ew wek partiyeke siyasî ji nêz ve bi hilbijartinên Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya 1’ê hezîranê de pêk tê re eleqeder dibin û sedema vê jî wiha got: “Armanc eve ku bi rêveberiyên herêmî yên Odeya Sanayî û Endezyariyê re xebatek hevpar bê meşandin û li Amedê çavkaniyê aboriyê bê nirxandi û qadên îstîhdamê bê afirandin.”

Zumrut anî ziman ku divê her hilbijêrên odeyên bibin xwedî hişmed û  parlamenterên ji vê odeyê derketine jî bibîrxist û got: “Em dibêjin êdî bes e.  Ev cihên wisa ne ji bo berjewendiya kesane. Ger em van odeyan wisa pêşve bibin, divê bi giştî bi meclisan hebin.  Divê tenê serokê vê odeyê tune be. Di van odeyan de divê modeleke rêveberiyê ya demokratîk hebe. Di 2013’an de hilbijartinên odeyan bo me destpêkek nû ye. Ev destpêk jî dê bê asta ku ji gel re xizmetê bike. Ev odeyên wisa di dîrokê de her tim li ser berjewendiyên  kesan pêşve çûye.

Zumrut di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kurd ne kurdên 30 sal berê ne. Bedelên giran dane. Emê di 2013’an de bibin hêzeke mezin. Odeya Sanayî û Endezyariyê dikare li 4 parçeyên Kurdistanê rola girîng bilîze. Amed ne tenê bo Kurdistana Bakur dê ji bo gelên Rojhilata Navîn xizmetê bike. Ev bajar divê êdî bi rêxistin tevbigere.  Li Amedê sîwaneyeke gelek girîng heye. KCD ye. Her kes dikare xwe li vir azad îfade bike. Em piştgiriyê didin vê xebatê.

Zumrut di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku  dê  li Amedê b isê lîsteyan yên wekê zer, spî û şîr bikevin  hilbijartinan û got divê her kes xwe tevli bike û li dora lîsteya şîn bibin yek.