Zor û zehmetî koçberên Şengalî terk nakin

Zor û zehmetî koçberên Şengalî terk nakin

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran Kurdên Êzidî tevî jin, zarok, kal û pîr ji Şengal û gundên derdorê ji bo parastina jiyana xwe ji warên xwe derketin û berê xwedan cihên bi ewle. Lê zor û zehmetiyan koçberên Şengalî kêliyekî jî terk nekirin.

Bi hezaran Kurdên Êzidî yên di rêyên dirêj ên koçberiyê de ji tîbûn û birçîbûnê mirin. Her wiha bi hezaran keçên ciwan ku heta hejmara wan bi giştî nayê zanîn ketin destê komên bi navê çeteyên DAIŞ’ê û rastî pêkanînên derveyî mirovahiyê tên. Di heman demê de ew zarokên ku hîna temenê wan neghîştibû ku wateya jiyan, birçîbûn, tîbûn û koçberiyê fêm nekirine bi van hemû zehmetiyan re rû bi rû man û gelek ji wan ji ber bedena wan a biçûk nekarî li ber zor û zehmetiyan li ber xwe bidin ên mirin û yên ku niha bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû mane hene.

NÊZÎKATIYÊN DESTHILATDAR ÊŞÊN KOÇBERAN KÛRTİR KIRIN

Her çiqas hinek pêdiviyên wan ji aliyê welatiyan ve hatibe pêkanîn lê belê hîna ew birînên ku di rê û mayîna çiyayê Şengalê de çêbibûn hîna nehatine jibîrkirin û nehatin dermankirin. Lê tevî van hemû êş û azarên gelê Êzidî pêre rû bi rû mabû jî, nêzikatiya hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê, bi taybetî PDK’ê û nêzîkatiya dewleta faşîst a Tirkiyeyê ji bo koçberên Kurd ên Êzidî gelek sosret e û di ser de jî pirsgirêkên wan koçberan zêdetirbûne. Weke mînak, ji ber ku gelê me yê Êzidî weke penaber lê naye temaşekirin û nayê destgirtin, hetanî niha rehet nikarin biçin nexweşxaneyan, dibistanan û pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin, ji ber van helwestên ne mirovane nexweş dikevin û kesên ku pêdiviya wan a lezgîn heye jî mexdûr dimînin.

‘XWEZÎ EM LI ÇIYAYÊ ŞENGAL HATIBANA QETILKIRIN…’

Belê ji aliyê di nve werza zivistanê gelek nêz dibe, bi hezaran zarok, jin, kal û pîr ên koçberên Êzidî bê cih û warin, bê cil û bergin. Çavên bi hezaran penaberên Êzidî li benda ku zivistan jî weke xezebê bi ser wan de neyê, li benda alîkariyê ne. Ji ber ku heta niha gelek penaber hîna kon bi destên wan neketine, hîna cil û bergên ku 15 rojan pê li çiyayê Şengalê asê mabûn li ber wan in û lingên wan bê gore û bedena wan bê cil û berg e, hîna birînên ku di rêya koçberiyê de li ser laşê wan çêbibûn nehatine pêçan û dermankirin.

Ji ber van zehmetiyên ku koçberên Êzidî li herêma Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêre rû bi rû dimînin neçar in ku dibêjin bila em hatibana qetilkirin û em ji Çiyayê Şengalê darneketana.

Gelo tevî ku Kurdên Êzidî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku cih û warên xwe bi cih hiştin û koçber bûn mirov dikare behsa mafê mirovan bike an mirov behsa edalet û wekheviyê di vê rewşê de bike? Helbet ev tişta ku ji bo wê dibêjin mafê mirovan ji bo gelê Êzidiyan nayê ti wateyê û ti wateyek wê a jiyanî tune ye. Belê ew çiyayê ku bi gund û bajarokên xweşik hatiye dorpêçkirin, dengekî ku ji kûrahiya dîrokê maye ji nû ve derdixe ser dika dîrokê.

Niha mirov bala xwe dide kîjan aliyê ku penaberên Şengalî lê ne tenê dengê bêdeng ê azarên kûr tê guhên mirovan, ew dengên ku nikare derkeve û nikare were bihîstin tê guhê mirovan... Bi rastî çend ev dengê biêşe mirov nikare biwesifîne, pênûs jî têra wesifîna wî dengên biêş nake û rûyê lênûsê yê sipî jî têra wan dem û çavên ku êşa mezin a koçberiyê li sere nake..!!!

Îro ew çiyayên bilind ên ku di tevahiya dîrokê parastina gelê Êzidî kiriye, îro bi careke din weke kelehek ku wê tu carî bi bin nekeve piştrast e û dibêje ku hetanî YPG û YPJ li ser sînga min be wê ti carî berziya min û heybeta min nekeve û winda nebe..

WERZA SAR A ZIVISTANÊ LI BENDA BI HEZARAN PENABERAN E..

Bi hezaran penaberên Êzidî tevî ku hîna êş û birînên xwe ji bîr nekirine vê carê jî kelecana dijwariya zivistanê bi ser wan de hat, ji ber ku gelek penaber hîna nebûne xwedî kon û jiyana xwe ev çend meh in li derve derbas dikin, her wiha pêdiviya wan a cil û bergan hîna nehatiye pêkanîn, ji lewma ew di nava fikaran de ne. Ji ber Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji bo xwe dibêjin em parazvanên mafên mirovan in di vê dema ku bi hezaran gelê Êzidî bi zehmetiyên pir dijwar re rû bi rû mane de, tu alîkarî nekirin... Ji lewma ew jî di nava sûcên mirovahiyê de ye. Her wiha bi hezaran penaberên Êzidî ên ku koçî Zaxo, Duhok û gelek cihên din ên Kurdistanê kirine ji ber hatina zivistanê di nava fikaran de ne. Ji ber şertên wan gelek nebaş in pêwîstiya wan bi alîkariyek lezgîn a mirovahî heye..