Zîlan li Komara Adigey hat bîranîn

Zîlan li Komara Adigey hat bîranîn

Gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê hezîrana 1996 de çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî, li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê hat bîranîn.

Li Komara Adigeyê Kurdan di 30’ê hezîranê de ji bo bîranîna  gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) çalakiyek bîranînê li dar xistin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de endama YJA’yê Dîlan Cûdî axivî û bal kişand ser zîhniyeta înkarê.

Dîlan Cûdî diyar kir ku, Zîlan bi çalakiya xwe ji bindestiyê re gotiye êdî bese û got: “Şehîd Zîlan bi cesaretek pir mezin çalakiya hebûnê li darxist. Bi vê çalakiyê Zîlan bi bindestiyê re gotiye êdî bese.”

Piştî axaftinê nameya Zeynep Kinaci ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêhevalê xwe yê tekoşînê û ji gelê Kurd re nivîsandibû hat xwendin. Bername bi sitranê hunermendên herêmî bi dawî bû.