Zîlan li Kîel, Sydney û Stockholmê hat bîranîn

Di salvegera 20. a çalakiya fedayî de Zîlan (Zeynep Kinaci) li Stockholm, Kîel û Sydneyê hat bîranîn.

Di salvegera 20. a çalakiya fedayî de Zîlan (Zeynep Kinaci) li Stockholm, Kîel û Sydneyê hat bîranîn. 

Merasîma bîranînê ya li paytexta Swêd Stockholmê, li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Li dû nîşandan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Zîlan, ji Yekîtiya Jinên Kurd a Sara Zeynep Dersîm axivî û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

Dersîm da zanîn, Zîlan bi çalakiya xwe ve li dijî komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye, bersiv daye polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk û diyar kir, gelê Kurd xwedî li têkoşîna Zîlan derketiye, bi zexmkirina rêxistinbûyîna xwe ve mewziyên nû qezenç kiriye.

Di merasîma bîranînê de nameya Zîlan a beriya çalakiya xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandî hat xwendin û piştre ji Komîteya Malbatên Şehîdan Haver Bawer axivî. Bawer li ser wate û girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nirxand. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

SYDNEY

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Zîlan û şehîdên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn. Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdê şoreşê û Kurdistanê destpê kir.

Necla Çiya li vir axivî û diyar kir, di şexsê Zîlanê de cîhanê jinên Kurd nas kiriye. Çiya şehîdên Komkujiya Sêwasê jî bibîr anî û got, şopdarên vê komkujiyê îro li Cizîr û Licê heman wehşetê dikin.

Berdevkê KNK'ê Îsmet Taştan jî li vir peyivî û Zîlan bibîr anî. Taştan li dijî komkujiyên li Cizîr, Sûr û Licê banga xurtkirina rêxistinbûyîn, yekîtî û hevgirtinê kir.

Çalakiya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyona li ser Komkujiya Sêwasê qediya.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, Zîlan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, sînevîzyonek li ser jiyana Zîlan hat nîşandan.

Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, berxwedanên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê li ser xeta Zîlan dewam dikin.

...