Hesabê X’yê yê Îmamoglu hat astengkirin

Hesabê X’yê yê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hate astengkirin.

8’ê Gulanê piştî nîvê şevê ketina hesabê X’yê (Twittera berê) yê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di nav sînorên Tirkiyeyê da hat astengkirin. Di peyama li ser hesabê wî da ev tişt hat gotin: "Li gor daxwaza qanûnî ketina @ekrem_imamoglu ya di nav sînorên Tirkiyeyê de hat astengkirin."

Îmamoglû ku ji 19'ê Adarê û vir ve girtî ye, ji Girtîgeha Sîlîvriyê gelek caran li ser medyaya civakî parvekirinên xwe dikir. Xwepêşandan hê jî berdewam dikin.