Zextên Rewşa Awarte têne şermezarkirin

Girtina bi deh hezaran karmend û bi dehan saziyên çapemeniyê yên wekî DÎHA, JINHA, Azadiya Welat li Skenderûnê hate şermezarkirin.

Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de (BHQ) girtina di deh hezaran karmend û bi dehan saziyên çapemeniyê yên wekî DÎHA, JINHA, Azadiya Welat li Sekenderûnê bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Skenderûnê hate şermezarkirin.

Berdevkê KESK’ê Cuneyt Ozbey di çalakiyê de axivî û got, hikûmeta AKP’ê bi BHQ’yan welêt bi rê ve dibe û kiriye rejîma yekzilamî. Ozbey diyar kir li welêt a diyarker ne qanûn lê desthilatdarî ye. Ozbey bi berdewamî diyar kir azadiya çapemenî û weşanê û ewlekariya kar bi qasî ku berê qet nehatiye dîtin di bin zext û zordariyê de ye.

Hevseroka Şaxê Skenderûnê ya Kedkarên Xizmetên Sosyal û Tendirûstiyê Hulya Ateş li ser girtina DÎHA, JINHA û organên din ên çapemeniyê yên muxalîf got, ew dengê çewisandî, kedkaran bûn û ew ê bêdeng nemînin. Ateş di dewamiya axaftina xwe de banga berxwedana giştî kir.

Serokê Şaxê ÎHD’ê yê Skenderûnê Coşkûn Selçûk jî got, li dijî êrîşên li ser çapemeniyê divê têkoşîn were dayîn.