Zextên rejîma Îranê li ser Kurdan berdewam dikin
Zextên rejîma Îranê li ser Kurdan berdewam dikin
Zextên rejîma Îranê li ser Kurdan berdewam dikin
Zext û zordariyên rejîma Îranê li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Di vê çarcoveyê de di êrîşekî ya çekdarên rejîmê ya li ser gundê Merîwanê Canewera de ciwanekî 17 salî bi garanî birîndar bû.
Hat ragihandin ku çekdarên rejîma Îranê ji roja yekşemê ve li gundên Rojhilarê Kurdistanê zordariyê li ser gel dike û li himberî gundiyan bê hurmetiyê dike. Gelê herêmê ji li dijî vê bê hurmetiya çekdaran radibe û napejirîne.
Di encama êrîşa û bê rêziya çekdarên rejîma Îranê de li gundê Canewere di encama pêvçûna di navbera gundiyan û çekdaran de ciwanekî 17 salî bi guleyên hêzên rejîmê bi giranî birîndar bûye. Ciwanê birindar bûyî niha li nexweşxaneya Sîne dibin çavdêriya doktoran de ye.