Ji Wezîra Alîkariya Derve ya ji Partiya Keskan Îsabella Lovîn hat pirsîn, ku alîkariyên li derveyî Swêd tên kirin, bi çi rengî wê destekê bidin têkoşîna mafê mirovan û wekhkeviyê ya Elewî û hindekahiyên din.
Osterberg da xuyakirin, rêxistinên Îslamî yên tund ên li herêmê dirûşma "Bila Xiristiyan biçin Beyrûdê, Elewî bikevin gorê" diqîrin û destnîşan kir, ku Elewî, Ermenî û Asûrî ew kom in ku zext li wan tê kirin. Osterberg got, "Di herikîna dîrokê de zext li Elewiyan hat kirin, ji ber ku Elewî ne. Ji sala 1989'an û vir ve rewşa Elewiyan baştir bû, lê Elewî hê jî li Tirkiyeyê weke hindikahiyan nayê qebûlkirin."
Osterberg bibîr xist, Swêdê ji bo alîkariyê bide hewldanên wekhevî, mafên mirovan û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, alîkariyek ji 74,1 mîlyon kronî şandiye û got, "Ez vê pirsê li Wezîra Alîkariya Derve dikim: Ev alîkariyên li derveyî Swêd tên kirin, bi çi rengî wê destekê bidin têkoşîna mafê mirovan û wekhkeviyê ya Elewî û hindekahiyên din."
Wezîra Alîkariya Derve Îsabella Lovîn diyar kir, fikarên Osterberg ên li ser Tirkiyeyê di heman demê de fikarên wê ne û anî ziman, ne tenê li dijî mûxalefetê, her wiha li dijî civaka sivîl, medya û hindikahiyan jî li Tirkiyeyê rewşeke xetere heye.
Lovîn da xuyakirin, ku bi alîkariya xwe ya derve re wan bi giranî destek dane projeyên li ser xurtkirina hurmeta ji mafên mirovan, rabûna li ber cihêkariyê û teşwîqa pirrengiya çandî û olî.