Zengîn piştî 30 salan hat berdan

Kemal Zengîn ê piştî 30 salan ji Girtîgeha Şakranê hate berdan got: “Gelek hevalên me girtiyên nexweşên giran in û nayên berdan.”

Girtiyê siyasî Kemal Zengîn piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Şakran a Îzmîrê hate berdan. Malbata Zengîn û endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) Zengîn pêşwazî kirin. 

 

Zengîn di sala 1994’an de di encama îxbareke li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hate binçavkirin û girtin. Di encama darizandinê de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê yê muebbetê li Zengîn hate birîn. Zengîn ê 20 salî bû kete girtîgehê di 50 saliya xwe de ji girtîgehê derket. 

 

‘ALIYEKÎ ME XEMGÎN, ALIYEKÎ ME KEYFXWEŞ E’ 

 

Zengîn ê têkildarî berdana xwe hestên xwe parve kirin wiha got: “Berdan amin aliyekî min keyfxweş kir aliyekî min jî xemgîn kir. Ev xemgînî ji ber hevalên me yên li pey xwe hiştin e. Gelek hevalên me girtiyên nexweşên giran in û nayên berdan. Dîsa hevalên me yên cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine û bi awayekî nehiqûqî nayê berdan hene. Ji ber vê yekê berdana bi van hestan gelek zor e. Di dixwest ku hemû girtiyên siyasî heman demê de bên berdan. Ji ber vê yekê aliyekî me xemgîn e, aliyekî me keyfxweş e.”