Zenderlîoglû yê BDP'yî çû serdana girtiyên nexweş ên li Sîncanê

Zenderlîoglû yê BDP'yî çû serdana girtiyên nexweş ên li Sîncanê

Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû çû serdana girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê û destnîşan kir ku gava destpêkê ya di pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de were avêtin, serbestberdana girtiyên Kurd ên dîl hatine girtine.

Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriya ya Meclîsê, piştî ku biryar da li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş lêkolîn bike, çû serdana Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê û bi 9 girtiyên nexweş re hevdîtin kir.

Endamê Komîsyonê Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, ku hefteya derbasbûyî çû serdana Girtîgeha Sîncanê diyar kir ku ew li bendê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên berçav werin avêtin. Zenderlîoglû da xuyakirin ku gavên bên avêtin divê ewilî ji girtîgehan destpê bike û got, "Beriya her tiştî rewşa 12 hezar girtiyan heye li benda çareseriyê ye. Heta ku bi hezaran ciwanên Kurd ên bi neheqî hatin girtin di girtîgehan de bên ragirtin, çareserî bi pêş nakeve."

"ÊDÎ DEM HATIYE BÊJIN; BILA DAYIKÊN GIRTIYAN JÎ NEGIRÎN"

Zenderlîoglû rexne li hukûmetê girt ku bi taybetî di mijara girtiyên nexweş de gavan nevaêje û weha peyivî: 

"Herdu alî jî dibêjin bila dayik negirîn. Ji bo dayik negirîn, hêzên PKK'ê berpirsyariya dikeve ser milê xwe, li gel provokasyona jî bicih anî û vekişiyan. Divê hukûmet û Wezareta Edaletê bi guhertinên qanûnî re, hêstrê dayikên bi dehan salane ji bo zarokên xwe yên li girtîgehan dibarîne, bisekinîne. Bi gavên berçav û zelal re, divê piştgiriya raya giştî ya Kurd bigire. Lewma divê di serî de girtiyên nexweş û hikumxwar, di rewşa girtiyên siyasî de başbûn çê bibe. Pêwîste gava yekemîn a hukûmet biavêje, ji girtîgehan be."

Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû wê li Girtîgeha Bolûyê bi girtî û hikumxwarên bi nexweşiya giran e, re hevdîtinê bike. Zenderlîoglû û endamê din ê komîsyonê Mehmet Metîner wê bi van girtiyan re hevdîtinê bikin: Sakip Hazman, Îdrîs Çalişkan, Nesîm Ozkan, Cesîm Kahraman, Ridvan Çelîk, M. Şîrîn Bozcali, Abdûrrahman Yildirim, Mûsa Gundogdû û Mehmet Alî Çelebî.