Zêdeyî 6 milyon Iraqî hejar in

Zêdeyî 6 milyon Iraqî hejar in

Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji 30 milyon niştecihên Iraqê ji sedî 18'ê wan (6 milyon kes) di rewşeke xirab û hêjariyê de dijîn. 

Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa aboriyê ya welêt û diyar kir, ku Iraq yek ji welatên ku ji ber dewlemendiya xwe di nava welatên cîhanê de bi nav û deng e, lê belê li gorî welatên cîran xwêdî hejmareke zêde ya hêjariyê ye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji sedî 18'ê nifûsa Iraqê ango 6.4 milyon Iraqî di bin banê hêjariyê de dijîn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa bêkesan jî û diyar kir ku rewşa wan gelekî xerab e û divê hikûmet destê alîkariyê dirêjî wan bike.

Hêjayî gotinê ye, Hikûmeta Iraqê  di sala  2010`an de  soz dabû ku rêjeya hêjariya li Iraqê kêm bike. Wê  demê rêjeya hêjariyê ji %23 bû, ango 7 milyon kes din banê hejariyê de dijiyan.