ZDF'ê polîtîkaya şer a AKP'ê aşkera kir

Di bernameya çandê ya bi navê Aspekte ya duh bi şev li televızyona dewletê ya Elman ZDF hat weşandin de beşek bi serenavê "Bihara Kurdan ê fetisandin?" hat weşandin û bal hat kişandin ser operasyonên dewleta AKP'ê yên ji bo tinekirina Kurdan.

Di bernameya çandê ya bi navê Aspekte ya duh bi şev li televızyona dewletê ya Elman ZDF hat weşandin de beşek bi serenavê "Bihara Kurdan ê fetisandin?" hat weşandin û bal hat kişandin ser operasyonên dewleta AKP'ê yên ji bo tinekirina Kurdan. Di bernameyê de operasyonên tinekirinê û bûyerên di hefteyên dawî de diqewimin, hatin nirxandin.

Di bernameyê de hat ragihandin ku Tirkiye ya bi serkêşiya Erdogan li aliyekî li dijî DAIŞ'ê 'şer dike', lê li aliyê din êrîşî PKK a li dijî DAIŞ'ê têdikoşe dike û cih ji şîroveyên kurt ên siyasetmedar, hunermend û rojnamevanên li Kurdistan û Tirkiyeyê hat veqetandin.

Salar Şerîf ê ji kamerayên Aspekte re peyivî got, "Yê ku bi rastî li dijî DAIŞ'ê şer dike Kurd in." Parlamenterê HDP'ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku operasyonên li hemberî DAIŞ'ê qediyane û di hedefê de bi tenê HDP heye.

Di bernameyê de her wiha bal hat kişandin ser 13 gerîlayên di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane û bi rojan cenazeyên wan li ser sînor hatin hiştin, destûra derbaskirinê nehat dayîn. Hat ragihandin ku sekinandina cenazeyan ji bo civakeke Misilman nayê qebûlkirin û nêrînên Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ya li ser mijarê hat weşandin.

Di herikîna bernameyê de dîroka Kurdan a piştî salên 1920 bi kurtasî hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku Mûstafa Kemal piştî şerê rizgariyê, ketiye pozîsyoneke ku zimanê Kurdan jî qedexe kiriye.

OCALAN JI BO AŞTIYÊ LI RÊYEKÊ GERIYA Û SERKETÎ JÎ BÛ...

Di bernameya ZDF de hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê ji nedîtî ve nehat. Hat bibîrxistin ku ji bo rawestandina şerê 30 salan Ocalan tevî ku li girtîgehê tê ragirtin jî her tim di nava 'lêgerîna rêyekê' de ye û hat gotin ku Ocalan di vê de serketî bûye.

Di bernameyê de hat destnîşankirin ku tevî rewşa aştiyê ya Ocalan di sala 2013'an de pêk anî jî di demên dawî de bi dawî bûye û di vir de bal hat kişandin ser gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê pêvajoyê tine dihesibîne.

Rojnamevan û hîndekarên ji Tirkiye û Elmanyayê beşdarî bernameyê bûn dan xuyakirin ku helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî HDP û mûxalîfên çep, ji bo pêşîgirtina li azadiyan e.

GOTINA 'EZ KURD IM' HER TIM ZEHMET BÛ

Di beşa dawî ya bernameya Aspekte ya ji bo Kurdan hat veqetandin de, ji rojnamevana Kurd û nivîskar Mely Kiyak pirsên li ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya der heqê Kurdan de hat kirin. Kiyak anî ziman ku ji bo Kurdan di her serdema komarê de gotina 'Ez Kurd im' gelekî zehmet bû û destnîşan kir ku ev gotin bi xwe weke 'PKK'yî' yan jî 'cihêkarî' dihat dîtin.

Kiyak bibîr xist ku şevek piştî damezrandina Komarê ji Kurdan re hat gotin 'Kurdî nîne' bi vî rengî hatin înkarkirin û bal kişand ser sedemên şerê rojên dawî.

'DIBÊJIN BILA SIYASET BIAXIVE LÊ...'

Kiyak bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên berevajîkirinê û anî ziman ku her tim ji Kurdan re dibêjin 'Bila ne çek lê siyaset biaxive', lê belê dema PKK çekan bêdeng dike mafê axaftina siyasetê nayê naskirni. Kiyak destnîşan kir ku di rewşeke bi vî rengî de PKK ketiye dewrê.