Zarokên Parka Gezî ji malbatên xwe re name nivîsandin

Zarokên Parka Gezî ji malbatên xwe re name nivîsandin

Çalakgerên Parka Gezî piştî ku waliyê Stenbolê ji bo malbatên wan bangawazî kir û şûnde nameyek nivîsandin. Di nameya bi zimanekî bi  esprî hatiye nivîsandin de zexta AKP û ya polîsan nirxandine. Name wiha ye:

"Em nifşê vî welatî yê li tevayî cîhanê bi apolîtîkbûna xwe deng vedaye, hatiye biçûkkirin û henek bi wan hatiye kirin. Ji  ber apolîtîkbûyîna me huner, spor her wiha bajarê em lê çêbûne û her wiha cihê ku em diçûnê me bêhna xwe têde vedida jî em nifşê ku bûne grûp grûp, ji hevdu aciz in, hevdu xwarine û her wiha hevdu kuştine.  Em jî di nav de kesî ji me hêvî nedikir ku em ê gilî û gazincên xwe ji ser maseyên eraqvexwarinê kom bikin, di nav çend saetan de derkevin kolanan, di nav têkoşîneke ku şîddeteke bêdawî û bêsînor de em ê bê şert û merc li hevdu xwedî derkevin.  Me surprîzek kir. Pir baş jî bû, pir bedew e, pirrbaş bû,  tamam ?

Em di vê ferqê de ku wê her tişt hîn dijwartir bibe.  Lê em bi biryar in, em zane ne, em amade ne. Em nakevin nav panîkê.  Em tavilê adapte dibin. Ji kerema xwe re destûr nedin ku we bitirsînın. Vê pir dixwazin.  Erê  blofan nakin, zarokên li hemberî me pir dijwar in, lê ji me zêdetir di nav tirsê de ne ji vê bawer bin. Ji me ditirsin. Ji ber ew nikarin her tiştî bikin; lê belê cesareta me heye ku em her tiştî bikin. Û mejiyê me yê em dizanin em çi dikin hene. Ji me bawer bin, piştevaniyê bikin. Mesele ne ev e ku hûn di nav me de bin. Her axaftina ji devê we derkeve û her peyva hûn binivisînin pir girîng e.Em pir ji we hez dikin. Em ji hevdu jî pir hez dikin. Di asta dînitiyê de em ji hevdu hez dikin. Her yek ji me zarokeke 10 numara ye . Eger di navberê de em manûtabûnê bikin şaş nemînın. :) em ê li we bigerin. Em şarja xwe li gorî pêwîstiyan bi kar bînin .:)em we maç dikin,  çapulcuyên we yên ciwan.”