Yuksekdag: Tecrîd li pêşiya çareseriyê asteng e

Fîgen Yuksekdag bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên demokratîk da. Yuksekdag got, tecrîd li pêşiya çareseriya pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê asteng e.

Hevseroka berê ya HDP'ê ya dîlgirtî Fîgen Yuksekdag ji rojnameya Gazete Dûvar re nivîsî û tecrîda li Îmraliyê, berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan nirxand.

Yuksekdag diyar kir, siyaseta Kurd û hêzên demokrasiyê bi salan e dibêjin ku tecrîdkirina Birêz Ocalan pirsgirêkeke Tirkiyeyê ye, ya herêmê ye û got, "Lê belê ev hewldan nehate fêhmkirin û her sal, her roj Tirkiye winda dike, gel winda dikin."

Yuksekdag ragihand, Leyla Guven weke jineke polîtîk a pêşeng gava destpêkê avêt û diyar kir, Leyla Guven bû deng û qîrîna jiyan û nirxên însanî ku êrîşa tinekirinê li wan tê kirin.

Yuksekdag bal kişand ser krîza siyasî, aborî û civakî ya li Tirkiyeyê û anî ziman, çavkaniya herî girîng a vê krîzê, tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Yuksekdag got, "Heta ku tecrîda giran a li Îmraliyê dewam bike û îradeya çareseriyê dîlgirtî be, eşkere ye ku meseleyên bingehîn ên li Tirkiyeyê çareser nabe. Li gorî vê rastiya bingehîn, tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ya Tirkiyeyê ye."

Fîgen Yuksekdag diyar kir, ji ber ku di mijara çareseriya pirsgirêka bingehîn de îradeyeke demokratîk a hevgirtî nehatiye nîşandan, hewl tê dayin ku ev valahî bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan were dagirtin.

Yuksekdag anî ziman, grevên birçîbûnê ku weke îradeyeke berpirsyariyê ya ji neçarî derkete holê, ji bo hêzên têkoşîna sosyalîst, şoreşger û mûxalefetê yên bi têrkerî bi rola xwe ranabin, rexnekirin û gava destpêkê ye.

Di dewama nivîsa xwe de Yuksekdag diyar kir, ev daxwaz û çalakî ji bo yekîtî û hevgirtinê firsendeke mezin e û got, "Gelekî girîng e ku hêzên çep kedkar û sosyalîst di vê pêvajoyê de bi berpirsyariya pêşengiyê rabin, li bajarên rojava xwedî li grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîdê derkevin û bi rola pêşengiyê rabin."