Yuksekdag nehate berdan-NÛ BÛ
Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî, di darizandina rûniştina dozê ya 3’emîn de jî nehate berdan.
Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî, di darizandina rûniştina dozê ya 3’emîn de jî nehate berdan.
Yuksekdag di rûniştina dozê ya li Salona Dadgeha Girtîgeha Sîncanê de nehate berdan.
Piştî ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag xwe parast, parêzera wê Gulseren Yolerî bal kişand ser kêmasiyên di îddîanameyê de û diyar kir ku ligel van kêmasiyan Yukseksag 397 roj in girtî ye.
Yolerî diyar kir ku ev pêvajo siyasî ye.
Piştre heyeta dadgehê diyar kir ku, bila rewşa girtîbûnê ya Yuksekdag were domandin û rûniştina pêş wê di 20’ê Sibata 2018’an de were kirin.