Yuksekdag: HDP'ê hevsenga hikûmetê têk bir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag got, wê darizandineke dadmend pêk neyê û got, "dengên me hevsenga desthilatdariyê têk biriye."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag got, wê darizandineke dadmend pêk neyê û got, "dengên me hevsenga desthilatdariyê têk biriye."
Danişîna sêyan a Hevseroka Giştî ya HDP’ê li Hêwana Dadgeha Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê dest pê kir. Li gel nerazîbûna parêzeran jî bi hinceta 'tengezariyên ewlehiyê' destûr nedan ku parêzerên ji welatên din hatin bikevin hêwanê.
Piştî tespîta nasnameyê parastina Yuksekdag berdewam kir. Yuksekdag kesên ku tevlî danişînê bûn slav kir û ji bo ku nehiştin şandeya navneteweyî were hêwana danişînê helwest nîşan da.
'WÊ NE DARIZANDINEKE DADMEND BE'
Yuksekdag di paratina xwe de diyar kir ku darizandin ne li gorî normên gerdûnî ye û li Tirkiyê zexteke zêde li ser darazê heye û diyar kir ku bi rengekî vekirî destek li ser hêwana dadgehê zextê dike, beriya ku ev doz dest pê bike wan hay ji vî destî hebûye.
Yuksekdag bi domarî got dema ku dadmendî li her deverê hebe dadmendî ye, mirov tenê li hewana dadgehê li dadmendiye nagere, li devera ku dadmendî nebe li wir rizandin dest pê dike û got, "Ez bawer nakim ku darizandineke dadmend wê li vir çêbibe, bawer nakim ku biryareke bê ku sihek li ser hebe û zext li ser hebe were standin."
'ME RASTÎ GOT, DARBE LI SIYASETÊ KIRIN'
Yuksekdag got, ne rast e ku asteng bikin saziyên çapemeniyê werin hêwanê û wiha axivî: "Dema ku ez hatim vir ev bi bîra min hat: Li Sîncanê tang şixulandibûn, pêvajoya darbeyê çêbûbû. Wekî dî çi fikirîm. Li Sîncanê yên ku ketin hewldana darbeyê hatin darizandin. Ya dî jî Hevserokên HDP’ê têne darizandin. Ev çiye? Ev darbeya siyasî ye. Mintiqeya Sîncanê bûye nirxekî bi wateya darbeya."
'PÊŞÎ BIRYAR Û PIŞTRE HÊNCET'
Yuksekdag bal kişande ser dorpêça li dora dadgehê û got, "Heke li ser me biryar dabin çi gunehê vê dadgehê, parêzeran û çi gunehê me heye. Ev darizandin ji bo çiye? Jixwe li ser me biryar dane. Beriya niha bi salekê û nîvê ragihandin. Ev dadgeh bûne tevdîrên ku ser rewşê binixumînin. Ji bo ku hêncetê ji bo biryarê bistînin vê darizandinê dikin."
Yuksekdag bi domdarî got, "Mirov nikare pêvajoya darizandinê ya derbarê me ji siyaseta Tirkiyê cuda bifikire. Em vê bi zelalî dibînini, operasyona li dijî HDP’ê ji bo ku pêşî li desthilatdariyê vekin hatiye kirin. Xwestin partiya HDP’ê ya ku geş dibe ji dewrê derxînin."
'DENGÊN ME HEVSENGA DESTHILATDARIYÊ TÊK BIR'
Yuksekdag bi domdarî got HDP hêza xwe ji siyaseta demokratîk distîne, ji kesî destûrê naxwaze û siyaseta Tirkiyê geş dike û wiha domand: "Siyaseta Tirkiyê dînamîzma xwe ji vê heza HDP’ê distîne. Pêdiviya desthilatdariyê pê hebû ku vê dînamîkê ji holê rake. 7’ê Hezîranê çi bû? Hate dîtin ku hêza desthilatdariya siyasî ne teqez e, gelên Tirkiyê ne di kefa dest de ne. Ev dengên ku HDP’ê standin hevsenga desthilatdariyê têk bir. Beriya her tiştî hevsenga desthilatdariya siyasî guherand, pê lîst û hevsenga wan xira bû. Navendên serwer jî ji vê geşedanê qet ne kêfxweş in."
'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ LI HESABÊ WAN NEHAT'
Yuksekdag parastina xwe wiha domand: "Desthilattdariya berdest a siyasî beriya ku hesabekî bide, bêyî ku tiştekî bibêje dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Kê ev pêvajo qedand? Bi giştî wiha bibêjim; ji bo siberoja desthilatdariya xwe, projeyeke ku cara pêşî bû desteke civakî li pişt hebû bi dawî kirin. Bersiveke vê heye. Kes nedimir, dubendî rabûbû. Desthilatdariyê bi hesabên ku ne di berjewendiya wê de ye dawî li pêvajoyê anî, zimanê ku ev 40 sal in dihate bi kar anîn, dîsa ceribandin. Hewldaneke beleheq e, hewldana wan a beleheq îpotek li ser siberoja hemû civaka Tirkiyê daniye."
Şandeyê dadgehê heta saet 14.00'an navber da danişînê.